Li nava meha eylûla sala 2014 an de rêxistina Da’îş êrîşî ser Kobanê ya li Rojavayê Kurdistanê kir. Hêzên Kurdî şereke bê wêneyî tomar kirin lê belê ewe nebû sedema rawestandina êrîşên rêxistinê û koçberbûna xelkê.
Barack Obama Serokê wê demê yê Amerîka li gel fermandeyên serbazî yên Hevpeymaniya Navdewletî civiya û dilgiraniya xwe di derbarê êrîşên Da’îş yên li ser Kobanê ragihand.
Barack Obama got: “Zelale ku li vê demê de divê bala xwe bidîn li ser wê şerê li parêzgeha Enbar ya Iraqê heye. Em gelek dilgiranîn li rewşa bajaroka Kobanê ya Sûriye û dewrubera wê. Ew rewş nîşana êrîş û gefa mezina Da’îş ya li ser Iraq û Sûriyê ye”.
Piştî van axaftinan dilgiraniyên Obama zêdetir û cîddîtir bûn û ferman da firokeyên cengî yên welatê wî êrîş bikin ser Da’îşiyên li nav Kobanê û dewrubera wê û li 27 wê mehê de bombebarana pêgehên Da’îşê destpêkirin.
Hengavên Amerîka hemû Kurdan xweşhal kir û bi taybetî ewên li nava Kobanê bûn. Îdrîs Nasîn berpirsê berê yê Kobanê got: “Spas ji bo bombebaranên Hevpeymaniya Navdewletî yên li dijî grûpên Dewleta Îslamî, Hêzên Kurdî li gel Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê pêşketinê bi dest ve anî, bi taybetî li du rojan de li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê bajar de serketin”.
Yarmetîdana hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê ya ji aliyê Amerîka ve bi rêya Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê yê wê demê yên ji bo têkşikandina Da’îş berdewam bû û li adara 2019 da Baxoz wekî cihê dawî ya bin desthilata rêxistina Daîş ya li Rojhilatê Firatê hate kontrol kirin.
Ev pêkve kar kirina Amerîka û desthilata Başûrê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê wiha kir, qonax bi qonax peywendî tenê li warê serbaziyê da nemînin. Li dawiya meha temmûzê da, Birêveberiya Xweser û kompanya “Delta Kresnt Enerjî” Amerîkî rêkeftinnameyek wajo kirin ji bo pêşxistina şiyanên berhemanîna neftê li kêlgehên neftî yên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên dinê bin desthilata birêveberiya Xweser.
Mike Pompeo Wezîrê Derveyê Amerîka li ber lîjneya peywendî yên derveyê Encûmena Pîrên welatê xwe ragihand, rêkeftin li qonaxa bi cîhkirinê daye û dikare “Gelek baştir jî” bibê.
Çend meheke jî Amerîka kar li ser pêkanîna yekrêziya li navbera hêzên Kurdî yên Rojavayê Kurdistanê kar dike û ji bo vê mebestê jî meha derbasbûyî James Jeffrey, Nûnerê Taybetî Serokê Amrîka yê Karubarê Sûriye serdana Rojavayê Kurdistanê û Hewlêrê kir û çend civînek encam da.
Palpiştiyên Amerîka li HSD wiha kiriye, beşeke zêdeyê Rojavayê Kurdistanê ji aliyê Kurd ve û li çarçêweya birêveberiya Xweser de bê birêvebirin, eve jî ji bilî dijayetîkirina tirkiye, hikumeta Sûriye û hêzên din jî bi xwe re aniye.