Ji şeş sal berê bi banga HDPê çalakiyên Kobanê hatin li darxistin. Berpirsên HDPê di van çalakiyan de cih girtin û 37 hemwelatiyan di van bûyeran de jiyana xwe ji dest dan. Îro piştî şeş salan ji nû ve dadgehê biryara girtina hinek endam û rêveberên HDPê da. Sedem jî beşdarbûna wan di bûyerên Kobanê de ye. Ji bo vê jî ev biryar wek biryarek siyasî tê nirxandin. Ji ber ku pirsek tê kirin. Ji bo çi piştî 6 sala?
Gelek berpirs û endamên HDPê hatin binçavkirin. Serokê şeredariya Qersê Ayhan Bilgin û 16 kesên din ji aliyê dadgehê ve hatin girtin. Niha jî ji bo 7 parlementerên HDPê fezleke tê amade kirin û ihtimale dema ev pirs werê rojeva Parlementoyê de , parlementeriya wan jî bikeve. Di vê rewşê de hinek aliyên siyasî di parlementoyê de, ne razîne. Lê gelo dê heta çi radeyê bikaribin dengê xwe bilind bikin, nayê zanî. CHP ji bo pişgiriya HDPê destvebîne, gelek bi zelalî helwesta xwe danaynê holê. Ji aliyek din IYI Partî û CHP di nava îtifakê de ne. Ji bo pirsgirêka HDPê , mimkine ku nakokiyek bikeve di navbera CHPê û IYI Partiyê de. Ev yek di eniya Erdogan bi hêztir bike. Heta IYI Parti dikare berê xwe bide Tifaka Cumhur jî.
Rewşa HDPê jî dikeve di qonaxek nû de. Eger ev berpirsên HDPê yên ku hatin girtin bêne cezakirin , ev yek dikare bibe hêceta girtina HDPê jî. Ji ber ku berpirsên HDPê bi biryar dayina kuştina 37 kesî têne itham kirin. Tişta ku heyî ji biryarên hukukê behtir dê biryara siyasî di vê pêvajoyê de bê dayin.