Roj bi roj li hinek welatan belavbûna nexweşîya Kronayê zêdetir dibe. Her welat li gora xwe hinek tedbîra distînin. Lê gelek cara xelk zêde guh nade van tedbîran û dibin sedem nexweşî belav dibe. Li hinek welatan hêdî mercên razandina nexweşxaneyan jî nemaye.
Li Ewropa jî welatên wek Brîtanya hewl didin tedbîrên tund bigrin. Di vê derbarê de wezîrê tenduristiya Brîtanya Matt Hancock daxûyaniyek da û dibêje: Ji bo em belavbûna vê nexweşîyê bisekinînin gihane durêyanekî. Eger em hinek tedbîrên tund ragihînin û kesên guh nedin van tedbîran bi tundî bene cezakirin emê bikaribin pêşîyê li biryara karantinek netewî bigrin. Lê eger pêwistî li ragihandina Karantina Netewî hebê, dive em xwe amade bikin.Ez biryara ragihandina Karantina Netewî pêşguh ve navê jim, lê naxwazim em biryarek bi vî awayî jî bigrin.