Yekîtiya Ewrupa 120 milyon dolar wekî hevkarî û pêşxistina şiyan û karînên xort û ciwanên Herêma Kurdistanê terxan dike û ji bo vê mebestê li çend rojên pêş da berpirsê Nivîsîngeha Yekîtiya Ewrupa li Hewlêr û Yekîtiya Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê civînan encam didin ji bo ku bi hemahengiya her du aliyan proje bê encamdan. Ev proje derfetên kar û bi hêzkirina kerta taybet li xwe digre.
Karwan Surçî Peyvdarê Yekîtiya Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Hewlêrê ragihand: “Me guftûgo li ser ewe kiriye li rojên pêş de xulên rahênanê ji bo ciwanan û derçûyên zanîngeh û peymangahan encambidîn, bo ku ewên bêkarin li rojeke zûtir hewla ewe bidin bibin xwediyê projeyên xwe”.
Her wiha Surçî got: “Li bernameya Yekîtiya Ewrupa ya bi hevkariya Jûra Bazirganiya Herêma Kurdistanê hinek pere wekî qerz bidin wan ciwanan ji bo ku projeyên xwe pê encam bidin”.