PolîtîkRojev

Amerîka pêşniyar dike Hewlêr û Kurdistana Amerika bibin destexûşk

Konsolê Giştî yê Amerîka li Herêma Kurdistanê roja çarşem li pêşniyareke ji bo parêzgerê Hewlêrê, daxwaz kir ku Hewlêr û Nashville(Kurdistana Amerika), paytexta Wîlayeta Tennessee bibin destexûşk.

Li civîneke online ya li gel parêzgerê Hewlêrê, Rob Waller Konsolê Giştî yê Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka li Herêma Kurdistanê ku taybet bû bi nirxandina peywendiyê du alî û guftûgokirina li ser kertên uze(enerji) û geştiyarî û bazirganî kirin.

Nashville paytexta Wîlayeta Tennessee ya Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîkaye û zêdetirê Kurdan li wir dijîn ku tê pêşbînîkirin 18 hezar Kurd li wir nîştecihin. Piştî şikestina şoreşa Eylûl sala 1974 gelek Kurd koçî wê bajarê kirin û li Amerîka wekî Kurdistana Amerîka jî tê naskirin.

Ferset Sofî Parêzgerê Hewlêr xweşhaliya xwe di derbarê wê pêşniyarê derbirî û ragihand “Ev pêşniyar hengaveke mezine li berev pêşvebirina hevaltî û bihêzkirina peywendiyên di navbera Kurdistan û Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka”.

https://www.facebook.com/erbil.usconsulate/posts/1265277013808315

Back to top button