Wezîrê Derveyê Misir, Semih Şukrî tekez kir ku welatên Erebî pêwîstiya wan bi siyaseteke yekgirtî û şerker heye ku “rê li rejîma tirkiye” bigre û got: Eve jî pêwîstî bi hemahengiyeke zêdetir ya li navbera welatên Erebî heye.
Li axaftineke “Lîjneya wezaretên Erebî taybet bi destêwerdanên tirkiye li welatên Erebî da” bi Serokayetiya Misir, ya xula 154 Encûmena Komkarê welatên Erebî da Şukrî got: Kirdar û destêwerdanên tirkiye li karubarê navxweya welatên Erebî, ew êrîşên ku têne kirin Asayîşa Neteweyî ya Erebî têk didin.
Wezîrê Derveyê Misir li civîna xwe de balkişand li ser “kirdarên wêrankariyên rejîma tirkiyê ya li hejmarek welatên Erebî da kir ku ji bo belavkirina dû berekiya civakî û eşîrî ya li navçeyê da kar dikin”.
Şukrî got: “Hinek ji dîmenên destêwerdanên nerewayên rejîma tirkiye yên li hinek welatên Erebî da evene: li asankirina hatin û çûna dehan hezar terorîst û xwefiroşan li nav Sûriyê da û şandina hezaran çekdaran li nav axa Lîbya û destxistina ser samanê gelên Erebî li Iraqê û Lîbyayê bi wajokirina yadaştnameyên neyasayî”.