CîhanRojev

YE: Tirkiye berpirsiyarê aloziyên Rojhilata Deryaya Navîne

Yekîtiya Ewrûpa berpirsiyariya “rewşa xerap” ya Rojhilata Deryaya Navîn xist stûyê tirkiye û ew tometbar kir ku li gel hişyariyên Bruksel bi berdewamî aloziyan çêdike.

Peter Stano Peyvdarê Nûnerê Bilinda Asayîş û Siyaseta Derveya Yekîtiya Ewrûpa ragihand, Bruksel peyamên zelal gihandiye Enqere û pêwîste tirkiye wan peyaman li ber çav bigrê, bo ku dewletên Ewrûpa neçar nebin rêkarên dijber werbigrin.

Her wiha got: Ewê niha li ser tirkiye pêwîste ku bike ragirtina aloziyane û rûniştina li ser masaya guftûgoyê ye bi mebesta peydakirina çareseriyeke herdemî bo ku tevahî kêşeyan çareser bikin.

Biryare serkirdeyên dewletên Ewrûpayî li lutkeya bê da li 24 eylûlê li ser aloziyên Rojhilata Deryaya Navîn guftûgoyê bikin.

Back to top button