Cîhan

Tirkiye û Yunanistan ber bi şerekî ve diçin!

Behra Spî bûye cihê nakokiyek mezin di navbera Tirkiye û Yunanistanê de. Tirkiye bê ku serweriya Kibrisê nasbike li gora xwe sinorek behrê de daniye û lê wê deverê li petrolê digere. Herweha ji bo vê yekê jî li gel rejima Libyayê peymanek imze kiriye û di behrê de sinorê xwe û Libyayê gihandiye hev. Di çerçova lihevhatina gel Libyayê gelek şervanên Suriye yên rêxistinên cuda rêkirine Libyayê da ku li dijê muxalefeta Libyayê şer bikin. Bê guman ev helwesta Tirkiye di nava gelek welatên Erebî de bû cihê dilsariyekî.

Ji bo helwesta Tirkiye ya li rojhilatê Behra Spî Yunanistan jî kete di nava leptekî de ji aliyekî ve li gel Misrê peymanek îmze kir û ji aliyek din ve jî pirsa li gel Tirkiye bir Yekitiya Ewropa û herweha NATO jî bi vê nakokiyê agahdar kir. Yekitiya Ewropayê bi yek dengî pişgiriya xwe ji bo Yunanistanê dane kifşkirin. Niha ihtimala ku rojek bê jî şer li Behra Spî de di navbera Tirkiye û Yunanistanê derketiye holê.

Dixweyê Tirkiye ji bo rewşa xwe ya navxwe dixwaze şerek derkeve û vê yekê bike malzemeyek siyasî ji bo siyaseta navxwe û desthilatdariya xwe berdewam bike. Ji ber ku dema pirsgirêkek a Tirkiye xelet , rast li gel welatek din derdikeve holê, hemû opozisyon û aliyên li dijê hukumetê jî pişgiriya hukumetê dikin. Çewe li Tirkiye hemû ali li dijê hev tevdigerin û di siyasetê de şerê hev dikin, lê dema pirsa Kurd tê rojevê hemû bi yek devî li dijê pirsa Kurd dibin yek deng û yek helwestê datînin holê.

Bê guman şer ne ji xêra tu aliyekiye, lê hinek alî heyina xwe li şer û rijandina xwînê de berdewam dikin. Kurd vê yekê ji her kesekî baştir dizanin.

Niha Yunaistan bi pişgiriya YE da xûyakirin ku ewê sinorê xwe di behrê de derêxin 12 mil a. Wezîrê derve yê Tirkiye jî da xûyakirin ku ev helwesta Yunanistan ji bo Tirkiye dibe sedema şer.Vêca çavê herkesekî li vê biryara Yunaistan û li himber vê jî li helwesta Tirkiye ye. Herdu welatan jî gelek keştiyên cengî rêkirina deverê û xwe ji şerekire amade kirine.

Back to top button