Îran berjewendiyên Herêma Kurdistanê armanc digre
Îran ji aliyek ve kêşeya avê ji bo Herêma Kurdistanê çêdike û ji aliyeke din ve jî dema tûşî tengasiyê û dorpêçê dibe, daxwaz dike li gel Herêma Kurdistanê bazirganî û danustandinên zêdetir encam bide heta bikarê kêşeyên xwe çareser bike. Eve jî li çarçêweya wan berjewendiyan de nîne ku her du alî li ser rêkeftine.
Îran zêdetirê 15 roje ji aliyê rûbara Sîrwan û Zêya Biçûk ve avê li ser Herêma Kurdistanê girtiye û ji ber wê sedemê av bi kêmî digihe bendava Dokan û Derbendîxan, eve jî kêşeyeke zêde ji bo zeviyên çandî çêdike.
Ekrem Ehmed Birêveberê Bendavên Herêma Kurdistanê ragihand li ser girtina avê ji aliyê Îranê ve li ser her du rûbarên Sîrwan û Zêya Biçûk, me nivîsan pêşkêşî Konsolê Îranê li Herêma Kurdistanê kiriye û me Wezîra Çandinê jî agahdar kiriye li ser vê babetê bipeyve û helwesta xwe hebe.
Her wiha Ehmed da zanîn ku ji ber girtina avê, ji bilî ziyan gihandina wan zeviyên çandî yên dikevin ser her du rûbaran û tevahiya projeyên dinê wekî projeya Masî, li bendava Dokan û Derbendîxan kêşeya avê çêkiriye û kêmtir av diçe nava wan bendavan.