Polîtîk

Civîna serokwezîr û wezîra bergiryê ya Fransayê

Hewlêr-Herêma Kurdistanê, Îraq

Mesrûr Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdstanê,  êvariya roja yekşemê, 27.08.2020ê, pêşwazî li Florence Parly wezîra bergiryê ya Fransayê kir.

Di dîdarekê da geşpêdana têkeliyên navbera Fransa û Herêma Kurdistanê û bi taybetî zêdetir piştevanîkirna hêzên pêşmergeyê Kurdistanê hat nirxandin.

Serokwezîr sipasya Fransayê kir ku di dema şerê dijî DAÎŞê da bi  berdewamî piştevaniya Herêma Kurdistanê kiriye. Serokê hikûmetê ji şandeya mêvan ra diyar kir ku li gelek deverên Îraqê DAÎŞê dest bi êrîşa kiriye û bûye gefek cidî li ser xelkê wan deveran.

 Serokwezîr tekîd li ser giringiya berdewaiya hevahengiya navbera hêza pêşmergeyê Kurdistanê û sopayê Îraqê kir.

Wezîra bergiryê ya Fransayê piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêza pêşmerge nîşan da û got ku ew hîvîdare ku di demek nêzîk da hêzên Hevpeyman careke din dest bi rahînan hêzên pêşmerge bikin ku ji ber rewşa bilavbûna Koronayê ew rahînan hatbûn rawestandin.

Di civîna navbera serokwezîrê Herêma Kurdistanê û wezîra bergiryê ya Fransayê da tekîd li ser wê yekê hat kirin ku di vê qonaxê da, cuda ji hevahangiya leşkerî û emnî, têkelyên di warê aborî jî da di navbera her du aliyan da bên pêşxistin.

Back to top button