Polîtîk
Wezîra Berevaniya Fransa hate Kurdistanê
Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa gihîşt Hewlêrê û biryare li gel Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê bicive.
Florence Parly Wezîra Berevaniya Fransa piştî serdana xwe ya Bexdayê hate Kurdistanê û Parly duyemîn care serdana Hewlêrê dike, mehek berî referanduma Kurdistanê li 25ê tebaxa 2017 li gel Jean-Yves Le Drian Wezîrê Derveyê Fransa serdana Hewlêrê kiribû û li gel Serok Barzanî û Nêçîrvan Barzanî civiyabû.
Li van şeş heftiyan da eve duyemîn Wezîra Fransî ye serdana Iraq û Kurdistanê bike.