PolîtîkRojev

Bi karanîna zarokan di şer de li dijê nirxên mirovatîye ye

Di medya PKKê de nûçeyek hate belav kirin ku dibêje:Jinên ciwan ên Rojava berê xwe dan refên gerîlayan

Ev nûçe di medya civaki de jî hatin weşandin û gelek kesan li himber vê nûçeyê bertek nîşandan. Ji ber ku ew civanên Rojava ku medya PKKê behsê dike hemû zarok bûn û temenê hineka ji wan 12 salî bûn.

Li ser vê yekê Baroya Diyarbekirê û  Înîsiyatîfa Heq  daxûyaniyek belav kirin û ji PKKê daxwaz kirin ku zûtirîn dem de zarokan berdin û bila ew vegerin malên xwe û nava malbatên xwe.

Navenda Mafên Zarokan a Baroya Diyarbekirê li ser vê mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir û ragihand: “Ji ber çi sedem û ji aliyê kê dibe bila bibe, bikaranîna zarokan di şer û pevçûnên çekdarî de, li dijî nirxên mirovahiyê û prensîbên hiqûqî yên mirovatiyê ye. Divê zarokan di şer û pevçûn û dijminahiyan de nekin aliyek. Li gor Peymannameya Mafên Zarokan a Neteweyên Yekbûyî ku welatê me jî aliyekî vê peymannameyê ye, heta temenê 18 salî, her mirovek zarok e. Ji ber çi sedeman dibe bila bibe, em wê yekê napejirînin û şermezar dikin ku zarokan bikin aliyekî şer an pevçûnan. Em daxwaz dikin, zarokên ku bûne mijara vê daxuyaniyê, eger malbatên wan hebin, bila demildest radestî malbatên wan werin kirin, eger malbatên wan tinebin, divê radestî saziyên ku perwerdehî û debara wan dabîn bikin, werin kirin.”

Di daxuyaniyê de herî dawî hatiye gotin: “Zarokên ku bi zorê beşdarî pevçûnan têne kirin û dibin amûrên şer, mafên wan ên jiyaneke bi aştî û parastina ji tundiyê, tê binpêkirin.”

“Divê dest ji bikaranîna zarokan were berdan”

Înîsiyatîfa Heq jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî daxuyanî da û ragihand: “Li gor zanyariyên ku ji çavkaniyên vekirî hatine bidestxistin, PKK û yekîneyên girêdayî wê, beşdarbûna kesên di temenê zarokatiyê de bo nav rêxistinê, bi pesndarî ragihandine. Dûrxistina zarokan ji qadên şer, ji bo rêxistinên nedewlet jî berpirsyariyeke mezin e. Divê PKK di serî de ji ber soznameya ku bi Banga Cinêvê îmze kiriye, pêwîstiyên hiqûqa mirovahiyê ya qedexekirina hebûna “şervanên zarok” bi cih bîne. Divê zarokan weke “şervan” bi kar neyne û wan vegerîna nav malbatên wan.”

Back to top button