Cîhan
Rûsya xwe amade dike derziya Korona belav bike
Wezareta Tendirustiya Rûsya amadekariyên belavkirina derziya Koronayê dike û eve jî piştî wê yekê tê ku taqîkirin û ceribandinên pizîşkî bi dawî anîne.
Mîxaîl Muraşko Wezîrê Tendirûstiya Rûsya li Peymangeha Gamalêya yê ragihand ceribandin û taqîkirinên wan bi dawî hatine û niha amadekariyên belavkirina dikin ku li meha 10 an wê bê belavkirin.
Her wiha daye zanîn ku pêşî derziyê wê li pizîşk û mamostayan bidin.