Nivîsar

Çanda Derewkeriyê

Wateya ”derew” û ”vir” û ”neweyî”yê:

Di Çanda Kurdî de wateya peyva DEREW, VIRR û NEWEYÎyê, weha ye:

DEREW: Vajiyê rastiyê ye.
VIRR: Bingeh ji rastiya wê re tune.
NEWEYÎ yan jî NEWEWÎ, navê derewê yê normal e.

Li hin gundên Kurdistanê hin kes hene ku bi kirina derewan navê wan belavbûye. Xelk ji wan re dibêje: Filankesoyê Derewîn an Filankesoyê Virrek.

Diyar e ku zarûk şerm nakin û peyvan eşkere dibêjin.
Îcar zarûk jî ji kesên wisan re dibêjin xalê viro…

Peyvika ”xal, ap, mam, kek” ji bo rêzgirtinê têne gotin.

Dema ez zarûk bûm, li gundekî sofiyek bi navê SOFÎ ZIBEYR ku pir derew dikir hebû.
Çi dema zarûkan ew ji dûr ve didît, bangê hev dikirin û digotin ”Waye Xalo Viro hat…”

Lê hin kesên derewîn hene ku rêz li wan tê girtin, ji wan re dibêjin NEWEYÎ dikin.

Kesê ku pir zêde derew dikin, Kurd bernavkê QELŞO bi wan ve dikin. Mînaka vê kesek li Paytexta Kurdên Merwanî bajarê Fariqînê bi navê Mihemed Elî hebûye. Pirî ku virên qirase dikirin, xelkê jê re digot: Mihemed Eliyê Qelşo.

Herweha çandeke pir xurt a derewan heye. Heta hin kurteçîrok û meselok jî li ser wan hatine gotin. Mînak: Meseloka Dirûtina Ewran.
Bi kurtî weha ye:
Du kesên derewker li du gundên ciran hebûne. Yek çûye gundê yê dî û xwestiye bizanibe ka ew derewên qirase dike yan ewê dî.
Ev çûye wî gundî û li ber deriyê mala yê derewîn, lawê wî yê piçûk dîtiye û pirsa bavê wî jê kiriye. Lêwik gotiye:
– Xalo, bavê min ne li mal e. Ewr çiriyabûn, bavê min çûye ku ewran bidirû…
Mêrik xwe bi xwe gotiye:
– Heeew! Law wisan e, lê niha wê bav çewan be?

Mesela çirandina ewran jî di nava Kurdan de ev e:
– Eger baran gelek bibare, çend roj bêrawestin bidomîne, dibêjin: Ewr çiriyane…

Ji bilî çanda Derewan, ya çêr û dijûnan, ya nifir û afiran, ya gazin lomeyan û wekî din jî hene ku hêja ye lêkolîn li ser wan bêtin kirin da peyvên di wan de wenda nebin.

Bi hêviya serkeftinê…

08/ 07/ 2020

Zeynelabidîn Zinar

Back to top button