Endemetiya 3 parlementeran hate hilweşandin
Parlementoya Tirkiye parlementeriya 3 parlementa hilwesşan
Parlementeriya parlementerê CHPê yê Stenbulê Enis Berberoglu, parlementerên HDPê yê Hakarî Leyla Guven û parlementerê Diyarbekir Musa Farisogullari hate hilweşandin. Civîna parlementoyê ya Îro de bi dengên Ak Partiyê û MHPê endametiya van hersê parlementera hate hilweşandin. Ev hersê parlementer jî di dadgehê de cezayê wan hebû , ev ceza ji aliyê dadgeha temîzê ve jî hatiye erê kirin.
Wek tê zanîn berê parêzbendiya parlementeran li Tirkiye hebû. Lê ji derveyê HDPê bi biryara hemû partiyan parêzbendî hatibû rakirin.
Îro jî bi dengên du partiyan yanî bi piraniya dengan biryara hilweşandina van parlementeran hate dayîn. Piştî dengdanê gotubêjin tund di navbera parlementerên AK Partiyê û CHP û HDPêde çêbûn.
Bi vê biryarê hêjmara parlementerên CHP bû 138 û yên HDPê jî bû 58.