Polîtîk

Çalî: Ew pere ji bo eweye Hewlêr û Dihokê wekî Silêmaniyê lê bikin

Dr Lezgînê Çalî li ser rûpela xwe ya taybetiya facebookê di derbarê wan 36 milyar dolar û 80 ton zêrên ku Îranê daye Silêmaniyê du peyamên cûda pêşkêşî xort û ciwanên Hewlêr û Dihokê kiriye û dide zanîn ku Ew pere ji bo eweye Hewlêr û Dihokê wekî Silêmaniyê lê bikin

Dr Çalî peyama xwe de ji bo ciwanên Dihok û Hewlêrê nivîsiye: Endamekê Parlemena Îranê gotiye ku ji sala 2017 ê heta niha Hikûmeta Îranê 36 milyar dolar wekî dolar û zêr û maddeyên bê hişker anku muxedderat birine Silêmaniyê.

Bizanin ka ew 36 milyar ji bo çi ne? Ew nabêjin, lê hûn bizanin ku ji bo wê ne da yên wekî Lahûr û Şahsiwarî rewşa Hevlêr û Dihokê jî wekî ya Silêmaniyê lê bikin.

Back to top button