Polîtîk

Partiya Paşeroj: Hewl didîn Kurdî li gel tirkî bibe zimanê fermî

Partiya Paşeroj ku Ahmed Davudoglu Serok Wezîrê berê yê tirkiye serokayetiya wê dike ragihand: “Kar ji bo vegerandina tirkiye li ser sîstema Parlemenî dikîn û kar ji bo ewe dikîn li gel zimanê tirkî zimanê Kurdî jî zimanê fermî ya welat bê.”

Bayram Zîlan yek ji damezrênerên Partiya Paşeroj ragihand: “Kar ji bo ewe dikîn li gel zimanê tirkî zimanê Kurdî jî bibê zimanê fermî li tirkiye. Helbete kar bo ewe dikîn li bernameya me da jî heye ew xalên peywendî bi Kurd û hemû kes û pêkhatan ve heye bêne cêgîr kirin. Ji bo hemû zimanan daxwaza azadiyê dikin. Em dixwazin qanûneke demokratî li tirkiye bi cîh bikîn û li gel sîstema parlemeniyê dayîn û kar jî ji bo wê dikîn.”

Bayram Zîlan dibêje: Li tirkiye xelk li siyaseta Akpartî û hevkarên wê neraziye. Li nav xelkê da dengên nerazîbûnê zêdebûne û bi berevajiyê ve partiya me li nava xelkê zêdetir qebulkiriye. Partiya Paşeroj xwediyê ajandaya xwe ye û ew berbesta % 10 ê ji bo gihiştina partiyan bi Parlemen li tirkiye heye nedemokratiye.”

Back to top button