Cengî: Ez bi iraqiya xwe serbilindim
Aras Şêx Cengî talabanî endamê serkirdeyatiya YNKê kesayetek pêşevanê radestkirina Kerkûkê ji bo Heşda Şeibî. Yanî ji desteya xiyaneta 16ê Oktoberê.
Aras Şêx Cengî di bernameyek televizyonî de bersiva hinek pirsan dide. Lê gelek vekirî bi rûyek şûştî xiyanetê tescîl dike.
Pirs: Gelo ihtimala vegera pêşmerge ji bo Kerkûkê heye?
Aras Şêx Cengî Talabanî di bersiva xwe de dibêje: “Nexêr, çima hebe? Ma em ne iraqî ne? Ez pê serbilindim ku iraqî me. Ez iraqî me , niha ma tu jî ne hemwelatiyê Iraqê yî? Ma nasnameya Iraqê bi te re nîne? Pasaporta Iraqê ligel me nîne? Ger artêşa Iraqê li Besrayê be, mafê wê ye li Kerkûkê jî be. Ma wê çi bibe? Ma ne berê jî Kerkûk di bin desthilata hikûmeta Iraqê de bû? Ji gelê têkoşerê Kerkûkê daxwaz dikim vegerin bajarê xwe. Bila vegerin malên xwe, bila li Şorice û Hemaweyê derkevin seyranê. Ji xwe ezê jî îro biçûma Şorice û Hemaweyê bo çayê vexwim, ji bo rûnim dame û tawle bilîzim bi wan re. Ji bo bi wan re rûnim û sohbeteke xweş bikim.
Binêr kaka, bila her kes vê baş bizane. Dizanî Kerkûkî tim serpêhatiyên jiyanê bikar tînin, ez jî ji bo wê dixwazim ji wan re bêjim: “Kerkûkiyên delal, vegerin Kerkûkê û em bi hev re sohbetên xweş bikin. Me dawetî malên xwe bikin, ji xwe ev çendek e me xwarin jî nexwariye. Ji me re bibin alîkar, kerembikin serdana me bikin, ma hûnê çi ji şer bikin? Ez bixwe şer nakim, çimkî petrol nema. Lê heger petrol hebûya, welehî wê demê minê şer bikir.”