Dijîtiya Bexda li Kurd ji siyaset ve bûye Stratejî
Li serdema rejîma Sedam dema hemû dergeh li rûyê Iraqiyan girtîbûn, baweriyek hebû ku hemahengiyê li gel Iraqa piştî Sedam jî kareke zehmete, ji ber şoveniyan û rê nadin Iraq ji vê rewşa berdewam bê rizgar kirin û berev geşbûn û avadankirin û pêşketinê biçe: niha jî ew bawerî pêktê û siyaseta Bexda beranber bi Kurd li ser bingeha şoveniyetê guheriye berev stratejiya demdirêj û sal bi sal jî kûrtir dibê.
Kurd li 2003 beşdariyeke çalak li guherîna welat de kir û hilgirê hêviyeke mezin bûn dema rû li Bexda kirin. Heta destûr jî hate pejirandin û bingehên Iraqa nû bi yasa û destûr hatin nivîsîn hemû tişt bi asayî û aramî diçû. Şoveniyan bêdengî û aramiyê hilbijartibû. Lê belê li gel ewe, hengav bi hengav ber bi siyaseta Iraqê bi hizreke wan hengavan diavêtin û wiha kirin ku ew hêviya bi Iraqa nû heye, bi tevahî nemîne. Ji ber ku ew li rejîma Be’es gendeltirin û hizra şoveniyet û eqliyeta berê jî maye û bi dawî nehatiye. Heta niha jî hemûyan bawerî bi yekîtiya axa Iraqê bi hêz û zordariyê yekxistin heye, eve jî di demek daye ku destûr wekî yekîtiyeke dilxwazane bi nav kiriye, behsa wekhevî û hevbeşî û federalî û demokratiya rastîn kiriye.
Ewên Serokayetiya Hikûmetên Iraqê kirin, li ser bingeheke mezhebî û etnî muamele kirin, ewan destwerdanê li hemû tişteke kirin, li Serokê Bajarvaniya bajar û qezayan û tenanet birêveberiya xwendingehên seretayî jî kirin. Ji bilî wê tûşî xirûrêke zêde bûn, dema bûne xwediyê desthilat û samaneke zêde ji ber gendeliyê ve bi destê wan ket, ji bo wê yekê destûrê îhmal kirin û berev parastina desthilat û saman û serweta xwe hengavan avêtin û hemû tiştek xistin bin destê xwe, zêdetirê wan tûşî nexweşiya desthilatê bûn, ji ber ku berê li welatên derve wekî penaber jiyane û tu demekê hizra wê yekê nekirine rojekê bi vî awayî bijîn.
Ewê bûne Serokê Parlemen jî bi heman awayî desthilata xwe ji bo berjewendiya mezhebî û neteweyî û etnî bikaranîn, rêgiriyê li wê yekê kirin Parlemen bibê çavkaniya derxistina yasayên niştimanî bi destûr. Ew hemû projeyên li ser bingeheke destûrî hebû, lê belê li gel eqliyeta şoveniya wan nedigunca rêgiriyê lê kirin. Eve jî bûye sedema bi cîh nekirina maddeya 140a destûr û destûr bi giştî.
Siyaseta dirustkirina astengî û rik û tûreyî li ser bingeha mezhebî û neteweyî bi tevahî ji aliyê wan desthilatdaran ve hate pêşxistin, propagandaya şer û fîtnegeriyê li dijî Kurd kirin û nakokiyên xwe zêdetir kûr dikirin. Bi cûreyek ku hemû kêşeyên Iraqê xistine ser milê Kurdistanê ve û kirine hêcet.
Piştî şerê Da’îş û ew êrîşên ku mîlîşiyayan bi fermana Bexda kirin ser Pêşmerge li navçeyên Kurdistaniyan, siyaseta dijîtiya Kurd û bîrkirina şoveniyane beranber bi Kurd li Iraqê bi tevahî çûye qonaxeke berfirehtir û bûye stratejiya Bexda û ji niha ve jî li ser berdewamin û bi awayeke bername dariştiya wê stratejiyê bi cîh dikin.
Niha wekî serdema Be’es bi Erebkirin destpêkiriye û bi kom sizayên darayî karmend û teqawid û xanenişînên Herêma Kurdistanê didin, genim û dexl û danê cotkarên Kurd dişewitînin û ew genimê cotkarên Kurd radestî Bexda dikin, perê wan bi qesta paş dixin, tevahiya rêkeftinan îhmal dikin. Pirsa vegerana Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî û parastina rewşa asayîşa wan navçeyan bi îhmalkirî maye, ev hemû stratejiya şovêniyên Iraqê yên piştî Sedamin ku wiha biçe wê gelek tundtir û dijwartir dijî Kurd hengavan bavêjin û wê vegerin ser xala destpêkê.
Dema temaşa Iraqa niha dikî, hemû aloziyên serdema rejîma Be’es têda heye, siyaseta mezhebî û etnî û neteweyî neku her dijî Kurd, belkû dijî pêkhatên din jî heye û bi tu awayekê bingehên hevbeş û dadgerî û azadî û Iraqî hemû li ser bingeheke federalî û nenavendiyetê hebûna xwe nîne û tenê li destûr nebê ku eve jî hîç sûdeke xwe nîne, eger rastî nekeve warê bi cîh kirinê. Ev siyaset jî bi helqe û bername hengav bi hengav tê pîroz kirin bo ku hîç kes ne rexne lê bigrê û ne dijî rawestê. Eve jî kûrkirina çavan û rêgirîkirine li guhertinên navçeyê û pêşketinên dinyayê ku bi tevahî ew dijî van cûre siyasetêne û encama wê jî li cem hemûyan rûne.
Baz Ehmed