Ciwan Boltan rastiya civakê ye
Ciwan Boltan: Kevir, girtîgeh, çiya, şer, brîndar
Serpêhatiya zarokê mexdurê TMKê, yê “kevir avêtî” Ciwan Boltan, rastiya civaka me jî, bi awakî eşkere radixe ber çavan. Di 20 salan de, çalakî, girtin, êşkence, berdan, çiya, şer û brîndarî jiya.
Ciwan Boltan, di sala 2008 an de, dema serokwezîrê Tirkiyê Erdogan diçe serdana Amedê, bi hinceta “kevir avêtiye” tê binçavkirin. Şeş meha di girtîgehê de bi 31 zarokan re dimîne. Îşkencê dibîne û ji bo têxine rêya sîxûriyê rasta fişareke dijwar tê. Qebûl nake. Her diçe bi hêrs dibe. Piştî 6 mehan, Ciwan tê berdan. Çendakî dixwaze here dibistana xwe lê li derve jî her tim tê nerehetkirin û mecbûr dimîne dibistanê berdide. Dewlet, kerta xizaniyê a bi navê “kerta kesk” jî betal dike. Derheqê wî de dawa tê vekirin û jê re 23 sal cezayê girtinê dixwazin. Ciwan derdikeve çiya.
Ciwan Boltan, 5 roja berê, li Çewlikê şerek diqewime. Şer navbera gerîlayên HPGê û hêzên dewletê de derdikeve. Encamê de 6 gerîla jiyana xwe wenda dikin û Ciwan jî birîndar tê girtin. Herkesî Ciwan, bi semboliya zarokên ku kevir avêtin yên mexdurê zagona têkoşîna dij terorê (TMK) nas kir.
Ciwan, di sala 2010 an de hevpeyvinek dabû rojnameya Tarafê. Di hevpeyvînê de wisa hestên xwe îfade dikir: “Em 31 zarok li qoxuşekê diman. Ez şûna islahbûnê her ku çû girgîn bûm. Di derheqê me de ewqas ceza xwestin, zora min dere. Carna ez difikirim, li rojava ev tiştana naqewimin. Li rojhilat çimq diqewimin, sedem ku em Kurd in? Ku em ji girtîgehê berdan şûnda kerta me a kesk jî betal kirin. Ez mecbur mam ku dibistanê jî berdim. Ji ber ku bi çavekî cuda li me mêze dikirin min nikaribû bixwenda, nedane xwendin jî. Her ku çû az li hemberî dewletê bi hêrs bûm”