Malîkî wê bi F-16 yan êrîşî Kurdistanê bike
Rêberê Şiîyan Mukteda El Sadr, bi armanca qeyrana navbera hikumeta Iraqê û Kurdistana Federe çareser bike çû Hewlêrê.
Rêberê Şiîyên Iraqê Mukteda El Sadr, çû Hewlêrê serdana Serokê Kurdistana Federe Mesut Barzanî. Sadr, bi vê hêvdîtinê dixwaze pirsgirêka ku di navbera Herêma Kurdistana Federe û Hikumeta Iraqê de, ya ku her diçe kûr dibe, çareser bike.
Herêma Kurdistanê, ji ber helwesta Malîkî a dîktatoryal nerehete û wî bi hemû erk bikaranînê sucdar dike. Hikumeta Iraqê jî, peymanên neftê yên Kurdistanê nasnake û dîsa di serî de Kerkûk, pirsgirêkên herêmên tên niqaskirin jî dewam dike.
Barzanî, 22ê Avrêlê daxuyandibû ku, firotina F-16 yan a Emerîqa rexne kiribû û gotibû ku Malîkî dixwaze ev F-16 yan li dijî Kurdistanê bikarbîne. Serok Barzanî diyar kiribû ger heta îlonê mesele neyên çareserkirin wê biçine referandumê.