Yek ji nîşanên dagîrkerîya kulturî
Dagîrkerîya/kolonyalîzma kulturî têgehek e; ji zû ve ye cihê xwe di lîteraturê de girtiye û derveyî dagîrkirina leşkerî, dagîrkerîya ziman û kultura (bi hemû alîyên xwe ve) hêz û dewletên serdest munaqeşe dike.
Ew hêzên serdest yên ku êdî pêwîstî bi dagîrkirina bi cîhazê şer û leşkerî nabînin, yan ew îmkan êdî di destê wan de namîne, dest pê dikin bi riya dagîrkerîya kulturî –reşkirina kulturî xwecihî, biçûkdîtin û bêbuhakirina ziman, adet û tradîsyon, dîrok, rêûresmên kulturî, bawerîyên dînî, pêşkêşkirina ziman û kultura dewletên serdest jî wekî ziman û kulturên modern, pêşketî-welatên din, miletên din bi xwe ve girêbidin. Ji bilî kontrola aborîya civak û welatên bindest, dagîrkerîya kulturî di destê dewletên serdest de yek ji hêzên girîng e.
Bêyî ku mirov dirêj bike; Tirkiyê dest ji dagîrkirina başûrê Kurdistanê -bi riya hêz û leşkerê xwe- bernedaye. Ji bo vê hem dewletên cîran û dagîrker (Îraq, Îran, Suriye) re peyman û têkilîyan girêdide, hem hêz û rêxistinên ”kurdî” wek PKK û hin hêzên îslamî bi kar tîne.
Tirkiye di warê dagîrkerîya aborî, kontrola aborîya başûrê Kurdistanê de; bi riya holdîngên xwe, bi riya peyman û holdîngên hevbeş bi hin holdîng û şirketên başûr re, bi riya ticareta serbest ya bi başûrê Kurdistanê û firotina (ne kirrîn) kelûpelên jîyana rojane, gavên mezin avêtine. VANALARI KAPATIRIZ (em ê derîçe û supapa li ser başûrê Kurdistanê bigrin) baştirîn nimûneya vê ye.
Tirkiyeyê mixabin di warê dagîrkerîya kulturî de bi riya dibistan û unîversîteyên tirkî, bi riya rêzefîlm û fîlmên tirkî, bi riya konser û festîvalên stranbêjên navdar yên tirk, bi riya Ibrahîm Tatlisesê bûye ”xoştivîyê” ber dilê kurdan (bixwe li nav çavên kurdan dinêrî û ji bo serketina leşkerê tirka stran li ser dagîrkirina Efrînê pêşkêş dikirin), bi riya GALATASARAYa ku li Zaxoyê –bi formayên bi ala tirkî xemilandî û bi antrenor û karmendên zimantirkî- dibistana fotbolê vekirinê, bi riya reklamên xwe yên bi zimanê tirkî/kurdî yên kanalên televîzyon û radyoyên kurdî de, bi riya rojnamevanên tirk yên di kanal û rojnameyên kurdî de gavên mezin avêtine.
Çênabe tekilîyên mecbûrî yên Hukûmeta Kurdistana başûr û Tirkîyê me kurda kor bike; em ne mecbûr in çavên xwe li vê dagîrkerîyê bigrin. Em ne mecbûr in ”ji bona vê mecbûrîyeta tekilîyên Başûr û Tirkîyê” dagîrkerîya aborî û kulturî wek encamên ”NORMAL” yên têkilîyan bibînin. Dîtina vê dagîrkerîyê û hişyarkirina hukûmet û xelkê başûr pir girîng e. Eger Tirkîye di warê kontrola aborîya başûr û dagîrkerîya kulturî de bi ser bikeve, belkî êdî pêwîstî bi dagîrkirina leşkerî jî nemîne.
CARNA dîtina îşaretên dagîrkarîya aborî û kulturî ji bo kesên li derveyî Kurdistanê dijîn û dîrek ne di nav wan têkilîyan de ne, hêsantir e. Gelek kesên li welatî jî dijîn, ji ber hin tekilîyên aborî, siyasî, malbatî û eşîrî bi van têkilîyan bihesin jî, belkî naxwazin yan ”nikarin” dengê xwe bilind bikin. Gelek cara berpirs û xwedîyên esasî yên dezgehên kulturî jî nizanin yan îmkana kontrolê tunene ku bizanibin kîjan berpirs li ser navê dezgeha wan, şirketa wan, rojnameya wan, televîzyona wan bi kê re û li ser kîjan destûrê têkilîyan datînin.
İbrahim Güçlü mîna xezîneyeka zêra dîtibe, du cara hin beşên cida yên nivîseka xwe ya li ser têkilîyên xwe û Kurdistan 24ê weşandiye. Hin beşên nivîsa wî belkî yekser ji bo min e: ”Hin dost belkî jî kesê berpis (mebesta wî berpirsê Kurdistan 24ê li Tirkiyê ye) ji nêzîk ve nas dikin û lewra jî meselê dikin, meseleyeka şexsî- Belkî jî di navbera berpirsê Kurdistan 24ê û hin dostan de pirsgirêkên şexsî hene: Hin dostên min jî ji çareserbûna pirsgirêkê ne memnûn in: Hin dost jî dibêjin pirsgirêk çawa weha zû hat çareser kirin.
”Ji bo Ibrahim Guçlu û belkî kesên ku bi van îddîayên wî ketibin şikê: Ez berpirsê Kurdistan 24ê yê Tirkîyeyê nas nakim. Nizanim kî ye û çi kes e. Lê bi xêra Ibrahim Guclu min zanî ku kî ye û çi karî dike. (Sipas ji bona ku te navê wî û berpirsîyarîya wî eşkere kir, çunkî gelek cara navek, rûyek, belgeyek ji bo dîrokê girîng e). Bêguman cihê wî û karê wî ji bo rojnamevanên tirkî û ji bo dagîrkerîya kulturî cihekî hem balkêş e, hem hesas e.
Ibrahim Guclu ne du nivîs, lê bi sed nivîsan jî çiqas bixwaze vê pirsa ” gotinên wek dewleta tirkî ya kolonyalîst” wek çareserkirî bihesibîne jî, Ibrahim Guclu çiqas fam neke ku jê re hatiye gotin“Kek İbrahim Önceki mailimi okuduysan açıkça belirttim kurumsal bir durum olduğunu. Kurumsal işlerde şahsiliğe yer yoktur zaten. Bunu biliyor olman gerekir. Kendi başıma karar verme gibi bir yetkim de yok. Selamlar. ” (Kek Ibrahîm ku te maila min aberê xwendibe, min BI ZELALÎ XUYA KIR KU REWŞEKE (biryareke R.K) dezgehî ye.
Di karên dezgehî de cihî şexsîbûnê tuneye. Jixwe divê tu vê yekê bizanibî. Ez nikarim bi serê xwe jî biryarekê bidim. Silav).
1- Ev kes eşkere Ibrahim Guclu nezan dibîne û pir eşkere jî nîşaneka dagîrkerîya kulturî jê re dibêje.
2- Birpirsê yekem yê rojnameya Kurdistan 24ê jî demekê (Ibrahim Guclu nabêje çend roja li benda bersivê maye) bersiva nameyên Ibrahim Guclu nade û li gor Ibrahin Guclu, paşê ji Ibrahim re dibêje bibûre, çend roj in, problemek hebû, min bersiva te neda. Û Ibrahim Guclu nabêje wî berpirsî bizebit kîjan sebeb ji bo dereng bersivdanê xuya kiriye, yan jî bi bersiva wî neku bi tenê îkna dibe, pir keyfxweş jî dibe.. Dawîya dawî jî Ibrahim Guclu pîrozbahîya Kurdistan 24ê Tirkiye kiriye ku ev derîyê nîşana dagîrkerîya kulturî ji bo tirka girtiye û divê em evên bi vê meselê hesiyane jî êdî nekevin pey vê pirsê.Ji bo min û belkî ji bo gelek kurdên din ev ”nîşan” çareser nebûye. Wê çavên me hertim li ser nîşanên dagîrkerîya kulturî yên Tirkiyê bin.
BÊGUMAN parastina destketîyên başûrê Kurdistanê hem cihê keyfxweşîyê, hem jî di destê pêşî de wezîfeya hemû takekesên kurd e. Her kurdek jî vê wezîfeyê ne ser xatirê çavên reş yên kesekî, ne ji bo ”xizmetkirina kurd û Kurdistanê” ya biminnet, ne jî ji bo ”xwe li ber dilê hin kesan şirîntir bike”, dike.
Ne pêwîst e CIHÊ LAZIM Û NE LAZIM mirov xwe ji kurdên din wek parêzerê “baştir, zanatir, dengblindtir, hêjatir” yê parastin û pêşxistina desketîyên kurda nîşan bide.