Polîtîk

Ew terorîstên YNKê azad kirin dê çek li dijî kurdan rakin!

Endama lijneya navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya herêma Kurdistanê li Parlamentoya Kurdistanê ragehand, ew terorîstên ji aliyê YNKê ve hatine azad kirin, ‘’Sibe dê nav eşîrên xwe de çek li dijî kurdan rakin.’’

Endama fraksiyona PDKê li Parlamentoya Kurdistanê Lîza Kakeyî ji BasNewsê re ragehand, piştî xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê ve 119 peywirên îdarî ji kurdên Kerkûkê hatine standin û ji netewên din re hatine dayîn.

Lîza Kakeyî got, gelê kur dli bendê bû bi rêya danûstandinan ve ew peywir ji kurdan re bên dayîn, lê em bi nûçeya azad kirina 176 çekdarên DAIŞê û şandina wan a ji bo Kerkûkê, ji aliye gruba xiyanetkarên 16ê cotmehê ve veciniqîn.’’

Kakeyî got, azad kirina wan çekdarên DAIŞê û biryara pirçek kirina eşîretên erebên Kerkûkê metirsiyeke mezine bo Kerkûkê, ji ber dawiyê de ew DAIŞiyane endamên eşîretanin û ew çek dê ji wan re jî bê dayîn.

Lîza Kakeyî amaj bi wê yekê jî kir, ku Mistefa Kazimî piştî bû serokwezîr biryara guhertina hemû parêzgehan dabû. Lê YNKê bi azad kirina çekdarên DAIŞê ve Rakan Cibûrî yê parêzgerê sepandî yê Kerkûkê kir pehlevan û rewabûn da bo mana wî li ser kar.

Kakeyî got, biryare roja 30.05.2020ê Rakan Cibûrî ji ber tewanên piştî 16ê cotmeha 2017ê li hember kurdan kirî dê bê dadgeh kirin, lê piştî vê rêkeftina li gel YNKê ya azad kirina DAIŞiyan, wek dostê kurdan dê xwe nîşan bide û ev yek jî dê bandorê li ser proseya dadgehî kirine bike.

Back to top button