Cîhan

Da’îş ji Sûriyê derdikevin diçin Iraqê

Fermandeyekê Serbazî yên Norwêcî li nav Hevpeymaniya Navdewletî ragihand, belavbûna virusa Korona li Iraqê ji bo terorîstên Da’îş hevkar bûye û rêxistin sûd ji belavbûna virusê li navçeyê wergirtiye, piştî belavbûna Korona, çekdarên xwe ji Sûriyê vediguhezê Iraqê.

Shitayn Grongstad Fermandeyê Hêzên Norwêcî li nav Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş li rojnameya VG ya Norwêcî ragihandiye, çekdarên Da’îş xwe li nav navçeyên çandiniyan û her wiha li wan navçeyan xwe veşartiye ku gumana belavbûna virusê lê nayê kirin û li van dawiyan jî êrîşên xwe yên li ser hêzên Iraqiyan zêdetir kirine.

Ew fermandeyê serbazî balkişandiye li ser wê yekê ku Da’îş heta niha çekdarên xwe ji Sûriyê vediguhezê Iraqê û pêgehên xwe li rûyê serbazî û darayî ve li Iraqê bi hêztir dike.

Her wiha dibêje: Wezareta Berevaniya Amerîka – Pentagon rapora xwe ya li ser karên Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî Da’îş ya ji bo sê mehî ya îsal belavkir û dibêje “Êrîşên Da’îş li navçeyên çiyayî û parêzgehên Bakûr û Rojavayê Bexdayê zêdetir bûne”.

Balkêş e ?
Close
Back to top button