Polîtîk

Xwewna ku bask di nav PDKê de heyî, vale ye

Rêveberekî PDKê bersiva sekreterê encûmena giştî ya rêveberiya YNKê da û ragehand, berî wan jî çend kesekan ew xewin dîtine ku PDK, bibe çend bask, lê ew xewna hêştirê bûye û pêknehatiye.

Roja 12.05.2020ê sekreterê encûmena giştî ya rêveberiya YNKê Ferîd Eseserd bo beşa kurdî ya Dengê Amerîkayê dabû û çapemeniya ser bi tîm û taxima Lahor Cengî jî belav kiribû û bangeşeya wê yekê kiribû ku, xwedê girawî PDK bûye çend bask û heman ew derdê ku YNK ji damezrandina xwe heta îro ji destê wê dinale li gel PDKê jî peyda bûye.

Li hember vê yekê endamê rêveberiya PDKê Kirmanc Ebdula ji basnewsê re ragehand, ew gotinên Ferîd Eseserd ji ber wê yekê ye ku ‘’Bi dîtina wan bixwe û partiya xwe ve li xelkê jî dinêrin. Tişta ku PDKê ji hêzên din cuda dike, hebûna wê navenda wê ye bihêz a rêveberiyê ye ku Serok Barzanî serpereştiya wê dike. Ji Duhokê heta Xaneqînê her Serok Barzanî serpereştiya wê dike.’’

Herwaha got, nav PDKê bask baskanê tine û ti kes jî li ser nafikire. ‘’Tişta Ferîd Eseserd dîtiye xewna hêştirê ye û berî wî jî gelek kesan ew xewin dîtine û li ser wê xewnê serê xwe jî dane.’’

Rêveberê PDKê diyar kir, kurdan pêwîstî bi yekgirtin û yekrêzî û yek gotariyê heye. Û got: ‘’Divê bi mantiq kar bê kirin. Ew êrîşa hatiye rêxistin kirin li hember PDKê, em dizanin ji kûderê ve çavkaniya xwe tê.’’ Herwaha neveşart ku di encama vê êrîşê de YNK bixwe dê zerer bibîne. Wekî ku ji salên şêstê heta naha heman kar kirine û her zerer jî dîtine.’’

Back to top button