Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziya balyozê Japonya kir

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Japonya yê Iraqê kir. Li gora agahdariya ji ofîsa ragihandinê ya serokwezîrê Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî pêşwaziyek germ li balyozê Japonya yê Iraqê  Sosomo Hasî Gawa kir.

Japonya dixwaze pêwendiyên xwe li gel herêma Kurdistanê xort bike.  Sosomo Hasî Gawa da xuya kirin ku, ew dixwazin bi rêya UNESCO û NY li Kurdistanê çend cihên pêrwerdê û geşedanê ji bo gencan vekin.

Di vê derbarê de serokwezîrê Kurdistanê got: Herêma Kurdistanê girîngiyê dide pêwendiyên navbera Kurdistanê û Japonya.Rewş ji bo hatina şirketên Japonî ya Kurdistanê baş e. Dê Japonya asta nûnertiya xwe ya Kurdistanê bilind bike.

Herweha Barzanî behsa rewşa Iraqê û herêmê jî kir û got: Niha karême yê yekê ewe ku em pirsên asê yên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin û sistema navxwe ya Kurdistanê baş organize bikin. Herweha dive em pêwendiyên xwe li gel welatên cîran û civata navdewletî pêştir bêxin.

Back to top button