Cîhan

Xwewna kurda ya serxwebûnê nêzîk dibe

Kovara The Sunday Times, di derbarê rewşa petrola Kurdistanê nivîsek dirêj belav kir. Di vê nivîsêde hatiye xuyakirin ku, li Kurdistanê rêjeya Petrolê rojane ji 2000 birmîla gihatiye 150 hezar birmîlan. Vê yekê jî hinek milyarder peyda kirine.

Di derbarê rewşa abori ya Kurdistanê de kovar dinivîse: Îro Kurdistana di nav geşbûnek aborî de ye. Rewşa Kurdistanê ji herêmên din yên Iraqê baştire. Li Kurdistanê 24 demjimera elektrîk heye lê li Bexdayê tenê 4 demjimira elektrîk heye.

Herweha  The Sunday Times dibêje: Herêma Kurdistanê xwediya petrolekî geleke. Rojê 150 hezar birmîl petrol derdikeve. Ev jî dike 900 milyon dolarê Amerîkî.
 
The Sunday Times behsa dîroka Kurdistanê jî dike û dibêje:Kurd mezintirîn netewene ku di cîhanê de bê dewletin.Bi destê Sadam rastî komkujiya Anfal û kîmyabarana Helebçe bûne. Piştre jî bi raperînê ji rejima baas rizgar bûn û Kurdistan damezirandin. Rewşa petrolê welê kiriye ku, xwna kurda ya destxistana dewleteke serbixwe nêzik dibe.

Back to top button