Polîtîk

Beşikçî:Dewlet naxwaze kurd rastiya xwe bizanibin

Bi minasebeta mirina serokê rêxistina Azadî Xalid Cibran û hevalên wî 14-ê Nîsanê ji aliyê weşanxana Çarçira li Enqere civînek hate darxistin.

Li zanîngeha Azadî ya di serokatiya Fikret Başkaya de civîn hate darxistin. Kesayetên wek Dogu Ergil û Canib Yildirim jî di civînê de amade bûn.

Civîn ji aliyê Tahsin sever ve hate vekirin. Sever di axavtina xwe de got ku, heta ku tevgera kurd serhiladana Şêx Seid  Koçgîrî, Agrî û Dersimê wek serhildanên kurd yên netewî qebûl kir li himber tevgera çep li Tirkiye demek derbas bû. Tevgera kurd bedelek da.

Amadevanê civînê Fetah Karagoz jî di axavtina xwe de behsa girîngiya rayên tevgera kurd kir. Da xuyakirin ku mafê her civakiye derbasbûya xwe bizanibe. Kemasiyek kurdan ewe ku bi awayek pêwist derbasbiyên xwe  nenirxandine û tê negihan e.

Di civînê de axaftina dawî ji aliyê zanyarê civakî Dr. Îsmail Beşîkçî ve hate kirin. Beşikçî da xuyakirin ku, dewletê arşîvên xwe ne li gora rastiyan li gora daxwaziya xwe çêkirine. Arşîv ji bo akademisyana nayên vekirin.Develt naxweze tevgerên kurd û rewşa ku Kurdistan têre derbas bûyî ji aliyê kurdan ve bête zanîn.

 

Rojevakurd/Enqere

 

 

Back to top button