Polîtîk
Helwesta rejîma Sûriyê li hember Kurdan neguheriye
Endamekê Serkirdayetiya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê diyar dike ku ji bilî wê yekê yekê ku şerê çendîn salên bihurî li Sûriyê heta niha jî helwesta rejîma Beşar Esed li hember mafên Kurdan nehatiye guhertin û rejîm naxwaze pirsa Kurdî çareser bike.
Fasla Yusif Endama Serkirdayetiya Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê wê yekê jî diyar kir ku ji bo hemû cîhanê eşkereye heta pirsa Kurdî li Sûriyê neyê çareser kirin qeyrana Sûriyê wê berdewam be, lê mixabin helwesta rejîma Beşar Esed li hember mafên rewa yên gelê Kurd li Sûriyê nehatiye guhertin.