Polîtîk

Divê kurd û mafên wan ên rewa neyên paşguhkirin

Bangek ji bo Komelgeha Navnetewî

Pêşveçûnên dawî di Encûmena Niştîmanî ya Sûrî de bûn cihê endîşeyê, nexasim ku piraniya nûnrên kurdan xwe jê vekişand, ji ber ku daxwazên wan hatin paşguhkirin.

Daxwazên kurdan di Sûriya pêşerojê de piştî hilweşîna rêjîma Esed ev in:

1- Pêkanîna çaksaziyên ku wekheviya di navbera pêkhateyên gelê sûrî de tevî têveliya wî ya netewî û olî misoger bikin.

2- Rêdayîna bi pirlayenîtiya ramyarî û partîtî.

3- Damezirandina encûmeneke niştîmanî û komîteyekê, ku tê de hemû pêkhateyên gelê sûrî bi têveliya tofên xwe beşdar bin, da ku destûrekî nû ji welêt re li ser bingehine demokrat bête danîn, ku venasîna bi têveliya netewî û olî, azadiyên giştî, nexasim azadiya nêrîn, derbirîn û ragihandinê, pirlayenîtiya ramyarî û cudakirina desthildariyan misoger bike. Herwiha danîna yasayeke hemdemî ji bo hilbijartin û partiyan û avakirina komara yasayê li ser bingeha Nenavandiya Ramyayî û danîna bingehên Komareke Federal. Divê ku destûr parastina hindekahiyên netewî û olî û mafên wan ên bingehîn misoger bike. Herwiha divê rapirsîneke gelêrî li ser destûr çê bibe, da ku xeyseta rewayiyê wergire û bête erêkirin.

4- Çareserkirina Doza Kurdî bi şêweyekî demokrat û dadmend di çarçeweya yekîtiya welêt de li ser van bingehên jêrîn:

– Erêkirina Mafê Çarenûsî ji bo gelê kurd li Sûriyê.

– Misogerkirina beşdariya kurdan di jiyana ramyarî û aborî di welêt de.

– Misogerkirina vegerîna hemû koçberkiriyên kurd ji bo navçe û warên xwe.

– Paşekdayîna ziyana ku gihaye cotkarên kurd, yên ku rêjîmê ew ji zevî û arziyên wan bêpar kirin û ew ji navçeyên wan bi zorê dûr xistin.

– Tunekirina Projeya Kembera Erebî, ya ku di riya wê re zeviyên cotkarên kurd ji wan hatin standin û ji bo hin cotkarên ku ji navçene din hati bûn bicihkirin, hatin dayîn û dagirwar ji wan re li navçeyên kurdî de hatin avakirin.

– Venasîna destûrî bi gelê kurd li Sûriyê û bi mafên wî yên netewî û çandî.

– Rêdayîna danûstandina bi zimanê kurdî û vekirina dibistan û zanîngehên kurdî.

– Vegerandina nasnameyê ji bo kesên bênasname û venasîn bi hemû mafên wan mîna welatiyên din.

– Vewejandina navçeyên kurdî yên ku ji paşketin, guhnedana bi mebest ji aliyê rêjîmê ve dinalin.

Daxwaz û mafên rewa yên kurdan heya aniha têne paşguhkirin û ev yek kûrbûna hêz û akama tirkî li ser rikberiya sûrî baş zelal dike. Di destpêka şoreşa sûrî ya li dijî çewisandin û riswakirina rêjîmê ji milet re, Tirkiyê xwe mîna navberokekî di arîşeya sûrî de dida nasîn. Paşê xwest bi rola piştgir ji rikberiyê re rabe. Ev liv û lebata Tirkiyê ne ji bo belavkirina demokrasî û piştevaniyê di navçeyê de ye, lê belê ji bo bihêzkirina rola xwe ya herîmî vê yekê dike. Ew ditirse, ku roleke kurdan di Sûriya nû de hebe, ya ku gerek komareke demokrat be û herwiha ditirse, ku ev yek li wê bi awayekî ne erênî vegere. Ji ber wisa rikberiya kurdî ya sûrî bi çavekî tirsok li firehbûna rol û hêza tirkî li ser Encûmena Niştîmanî ya Sûrî dinêre.

Divê Komelgeha Navnetewî û Komarên Ewropî kar bikin û rê nedin, ku mafên hindekahiyan di Sûriya pêşerojê de bêne paşguhkirin, ji ber ew Sûriya pêşerojê dê bi hêminî û pêşveçûnê şa nebe, bêyî venasîn û misogerkirina destûrî ji bo mafên kurdan û hindekahiyên din ên di welêt de.

Ji ber vê yekê divê piştevaniya rikberiya kurdî ji bo demokrasî û misogerkirina mafên gelê kurd li Sûriyê bête kirin.

Maksim Alissa
Navenda Kurdî ji bo Lêkolîn û Rawêjkariya Yasayî-YASA

Back to top button