Ciwanekê ji Amêdiyê ji aliyê PKK ve hatiye revandin
Li gor zanyariyan li Devera Amêdiyê 98 roje ciwanekê navçeyê ji aliyê gerîlayên PKK ve hatiye revandin û heta niha bêserûşûn û wendaye.
Ew ciwanê bi navê Cotyar Muhsîn Husên ji dayikbûyê sala 1991 e û ji gundê Siyarî ya tixûbê nahiye ya Kanî Çemankê ye.
Îro nas û kesukarên wî ciwanî li ber Birêveberiya nahiye Çemankê kombûn û daxwaz kirin guvaşê bixin ser PKK bo ku çarenivîsa kurê wan eşkere bikin û azad bikin.
Li nava xwepêşandanê da daxuyaniya rêxistinên civaka sivîl û medenî yên li navçeyê hate xwendin têda nerazîbûna xwe derbirîn û daxwaza azad kirina wî ciwanî kirin.
Li vî derbarî de xanima Lalê Siyarî dayika wî ciwanî got: “Kurê min hîç tawanekî nekiriye û PKK ji xwera destgîr kiriye, em daxwazê dikîn kurê me azad bikin û vegerinîn nav me”.