Spîmal dikare têra hemû Kurdistanê berhem bîne
Spîmal gundeke dikeve rojhilatê qeza Akrê. Eve çendîn sale xelkê gundî bi giştî li nav xaniyên plastîkî da dest bi karê çandiniyê kiriye ku eve jî li deverê de bûye sedema baştir kirina kertê çandinê. Bi tenê li Gundê Spîmal heta niha nêzîkî 1000 xaniyên plastîkî hatine çêkirin.
Hacî Ehmed cotkarekê gundê Spîmale li qeza Akrê û ragihand: Berî derketina xaniyên plastîkî me karê çandinê li derveyê gund dikir û me hemû berhemek diçand, lê belê eve çend saleke karê me yê çandinê bi hêsanî bûye û li nav gund û ber derê malê em karê xwe baştir dikîn. Li gundê Spîmal niha nêzîkî 1000 xaniyên plastîkî hene û li nav hemûyan de karê çandinê tê kirin.
Her wiha Hecî Ehmed got: Em salane tohv dikirîn û lê bi giranî ji ber ku tohvê ji bo xaniyên plastîkî % 80 grantire ji tohvên ber rojê, ji ber wê eger alîkariya me bê kirin gundê Spîmal dikare berhemên çandinê ji bo hemû Kurdistanê berhem bîne.
Hecî Ehmed dibêje: Salane li demsala çandina berhemên havînê de Hikûmeta Kurdistanê alîkariyeka kêm pêşkêşî cotkara dike ku li gor dilê cotkara nîne. Ji ber ku cotkaran zêdetir dixwazin, wekî mînak rêjeyeka tohv didin li gel kîmyayê û sonde û naylon, lê belê ew rêje kême û bihaya wê jî kêm nîne. Daxwazê ji hikûmeta Kurdistanê dikin, ji bo zêdetir pêşbirina kerta çandinê li Kurdistanê, zêdetir alîkariya cotkaran bikin.
Dawiyê de Hecî Ehmed tekez dike û dibêje: Jiyana xelkê gundan bi giştî li ser kerta çandinê ye. Eve çendîn sale ji bilî berhemanîna berhemên rojane li nav xaniyên plastîkî da welatiyên gundî çi karên din nakin. Rojane bi tenê karê berhemanînê dikin û aboriya xelkê gundê li ser berhemê çandinê ye.