Cîhan
Agahdariyek girîng ji bo welatiyên Kurd li Rûsya
Welatiyên Kurd li Rûsya têne agahdar kirin ku her kesek ku bixwaze vegerê Iraq û Herêma Kurdistanê li vê heftiyê da dikarin li rêya Firokeyekê vegerin Bexda.
Balyozxaneya Iraqê li Moskowê ragihand roja çarşemê 22.04.2020 firokeyek ji Moskowa paytexta Rûsya berev Bexda difirê, her kesek bixwaze vegere Kurdistanê dikarê li rêya wê firokeyê geşta xwe rêkbixe.
Ji ber belavbûna şewba Korona û qedexeya hatin çûnê û ragirtina geştên asmanî hejmareke zêdeyê welatiyan li gelek welatan asê mane û daxwaz ji Balyozxane û Konsolxaneyan kirine ku çareseriyek ji bo wan bê peyda kirin.