Polîtîk

Serok Barzanî pîrozbahiyê li kovarek kir

Serok Barzanî pîrozbahiyê li kovara Gulan kir

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

‎Birêzan Sernivîskar û Rojnamevan û Karmendên Kovara Gulan

Silav û rêz

Bi helkefta bîst û heftemîn salvegera derçûna kovara Gulan, germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we yên birêz dikim.

‎Gulan piştî 27 salan, ji bilî wan hemû rewşên nehemwar li ser gel û welatê me da hatiye, li ser hemû astengan da zal buye û heta niha jî li nav herî geşbûyiyên ragihandina Kurdistanê ye. Rola we ya di dema karkirinê da diyar û bi bandore û hewl û keda we bilind dinirxînim.

Destxweşiyê li we dikim û hêviya berdewamî û serkeftinên zêdetir ji bo we dixwazîn.

Mesûd Barzanî
20.04.2020

Back to top button