Polîtîk

Parlementerekî Goran: Mistefa Selîmî raste hatiye Kurdistanê

Rizgar Mihemed Endamê Firaksiyona Goran li Parlemena Kurdistanê ragihand: Dosyeya Mistefa Selîmî raste, mixabin ew hatiye sînorê Kurdistanê û hinek xelk hene nizanim ji bo çi berjewendiyek wiha kirine. Selîmî Kurde û demeke zêde li Îranê hatiye girtin, ewî hêviya xwe bi Kurdistanê aniye, li warê eşîrî ve jî nabê kesek bê radest kirin û gelek tişt ji me re dibêjin radestkirina wî raste û Selîmî li Kurdistanê hatiye dîtin û diviya nehatibûya radest kirin”.

Her wiha Rizgar Mihemed dibêje: Li gor edetên navdewletî da jî radestkirina kesek bi welatekî din binpêkirina mafên mirove. Ji bo wê yekê ew kesên ku ji neçarî destê wan li vê dosyeyê de heye divê jiyana wan jî parastî bê bo ku rûnkirinê bidin lîjneya Hikûmetê ku kengê û çawa bûye û çawa hatiye radestkirin. Divê Hikûmet çavdêriya wan bike û her kesek jî rêgir bê li ber rastiyan, rûbirûyê wan bibê û divê sizayên tund bi wan jî bê dayîn.

Back to top button