Şêx Cengî: Belê me Selîmî radestî Îranê kiriye, lê bêjin çima?
Li daxuyeniyek Aras Şêx Cengî Endamê Serkirdayetiya YNK behsa ewe dike ku Mistefa Selîmî hatiye Pênciwên û ji aliyê Asayîşê ve hatiye destgîr kirin û paşê radestî Îranê hatiye kirin.
Naveroka peyama Aras Şêx Cengî wiha ye:
Silav rêz ji bo hemû hevalan
Her çende min pêwîst nedizanî di derbarê babeta birêz Mistefa Selîmî û radestkirina wî de ti tiştekî bibêjim, lê belê ew hemû nirxandinê xwar û xêç û nepejirandî min naçar kirin çend rastiyek bibêjim.
Em û Komara Îslamiya Îranê hevsînorîn û nabê em şerê raste rast dijî welatekî wiha bi hêz rabigihînîn ku wate dostayetî baştire li şerek ku bi te neyê kirin. Dema Mistefa Selîmî hate bajarê Pênciwên û ji bo pişkinîna Korona ji aliyê Asayîşê ve tê birin, bende û Kak Lahorê birayê min û Kek Polad û Kak Celal Şêx Nacî li mala me rûniştibûn, dema Kek Westa Hesen peywendiyê bi me ve kir, di derbarê destgîrkirina zîndaniyekî reviyayî her raste rast ji bo zanîna sedema zîndanîkirina wî birêzî me peywendiyê bi Nûnerayetiya Komara Îslamiya Îranê re kir û gote me: Belê ew zîndaniye tawanbare bi kuştina 2 serbazên me û spasiya we dikîn ji bo me vegerînin. Li rastiyê da her kî ji we li şûna me bûya we jî dê heman karê bikira. Hîç pêwîst nake babetê têkilî babetê neteweyî bikîn. Pêşmerge ewin ku li kampan dane, ewê ji bo Îranê hatiye şandin tenê tawanbarek bûye. Me bi parastin û bi cîh kirina partiyên Rojhilat dilsoziya xwe ji bo neteweya xwe nîşan daye. Xelk jî bi şandina kurê Kurd bo Lîbyayê kesayetiya xwe nîşan didin.
Li gel rêzên min
Aras Şêx Cengî
14.04.2020