Polîtîk

Demeke nêzîk de, li Rojhilat roj hiltê

Piştî rûdana radestkirina Mistefa Selîmî ji aliyê Ali Javanmerdi ve nîşana damezrandina tevgereke nû li Rojhilatê Kurdistanê hatibû dayîn û niha jî ev daxwaz xwe li ser torên civakî de rêkdixe.

Şaxewan Arina Azizî di vê derbarê de dinivîse: Tevgereke nû ya cemawerî ji bo Rojhilata Kurdistanê, partî bê yan rêxistineke diyarkirî heta nîne, belkû tevgereke berfireh ya cemaweriye ku hemû têkoşer xwe têda dibînin ku dilê wan ji bo rizgariya wî beşê niştiman lê dide, çi li navxweya welat bê û yan li derveyê welat be.

Her wiha Azîzî dibêje: Ev tevger rejîma kevneperesta komara îslamî bi dijminê xwe yê serekî dizanin û ew hemû kes û aliyên ku dijî berjewendiyên Rojhilat tevdigerin û Rojhilat dikine qurban, bi çavê xayîn û dijminan temaşe dikin û niqûm dibin.

Berdewamiya peyama xwe de Şaxewan Arina Azîzî dibêje: Berjewendiya Rojhilat ya ji bo rojhilatiyan li pileya yekem da ye û êdî rê nadin rojhilat û xebatgêrên wê bibin qurbanê dem û dewrana hinek aliyên perçeyên dinê Kurdistanê li gel rejîma kevneperesta Îranê.

Back to top button