Cîhan

Du mehe sefîrê Tirkiyeyê nikare Malikî bibîne

Berî heyamekî di navbera serokwezîrê Tirkiyeyê Erdogan û serokwezîrê Îraqê Malikî de şeredaxuyanî hebû û wê yekê wusa kir ku alozî di navbera Bexda û Enqereyê de dest pê bike û kirîza siyasî serî hilde.

Li gor hindek çavkaniyan sefîrê Tirkiyeyê yê li Îraqê Yunis Demîrer ku roja 01.12.2011ê weke sefîrê Tirkiyeyê li Îraqê dest bi wezîfeya xwe kiriye, ji wê rojê were çend careke daxwaz kiriye ku Nurî Malikî bibîne, lê heta nuha Malikî bersiva sefîrê Tirkiyeyê nedaye û hevdîtin pêknehatine.

Demîrer digel Celal Talebanî serokomarê Îraqê û Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê û çend berpirsên bala yên hikûmeta Îraqê hevdîtin pêkanîne, lê belê heta nuha nikariye digel Malikî hevdîtin pêkbîne. Di cêhana siyasetê de ev yek weke kirîzeke diplomasî tê wesif kirin.

Rojevakurd

Back to top button