Kultur

Tabloya Kurdî li bazara cîhanî de Nîv Milyon Euro ye

Kurdekî nîştecihê Fînlanda, tabloyekî bi navê “Virusa Corona” nexşand û niha yek ji bi nav û dengtirîn malperên firoştina tabloyên online de xistine rû û ji bo firoştinê, lê belê daxwaza nirxêkî xeyalî dike.

Behzad Ehmed Hesen 38 salî û xelkê Derbendîxane li başûrê bajarê Silêmanî û nêzîkî 12 sale li Fînlanda dijî û şiyanên xwe pêşxistiye, ew ku li navenda rewşenbîriya Kurdî da naskiriye, li yekem derketina hunerî da tabloyekî berhemanî û xistiye bazara cîhanî ji bo firoştinê.

Corona Virus yan virusa Corona navê tabloya Behzade niha li malpera Catawiki taybet bi firoştina online kelupel û pêdiviyên gelek taybet de xistine rû. Wekî ku ew bi xwe dibêje: “Nirxê wê nîv milyon Euro daniye û dixwaze bifroşe”.

Back to top button