Civak

Başî û xerabî li bajarên Bakûrê Kurdistanê

Li gor amarên dewleta tirkiye nûçeyek xweş û nûçeyek xerab ji bo bajarên Bakûrê Kurdistanê heye. Li sala 2019 an de li warên bêkariya li nava bajaran û li warê veqetandin û telaqdana jin û mêran de, bajarên Bakûrê Kurdistanê her li rêzên dawiyê de cîh digrin.

Li gor zanyariyên ku Saziya Amarên Tirkiye (TUIK)ya li sala 2019 hatiye belavkirin, bajarên Bakûrê Kurdistanê li warê rêjeya bêkariya îş û kar de rêzên dawiyê de cîh digrin û bajarên Bakûrê Kurdistanê ji ber nebûna îş û kar dinalin, derfeta kar kirinê zêdetir li bajarên tirkiye heye û li bajarên Bakûrê Kurdistanê gelek kêmtire.

Her wiha li gor amarên 2019 ya ji hev veqetîn û telaqdana jin û mêran û zewac û şûkirinê de, dîsa bajarên Bakûrê Kurdistanê rêzên dawiyê de cîh digrin ku veqetandin û telaqdana jin û mêran li bajarên Bakûrê Kurdistanê gelek kême û bajarên tirkiye jî ew rêje gelek zêdetire.

Back to top button