Rojnamevanên başûr binçavkirina rojnamevanên bakûr şermezar kir
Rojnamevanên başûrê Kurdistanê di civîneke cemawerîde binçavkirina rojnamevanên bakûrê Kurdistanê ji aliyê desthilatdarên tirkî ve şermezar kir û piştgiriya xwe ji bo rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê diyar kir.
Duhî li bajarê Koye rojnamevanên başûrê Kurdistanê di civîneke berfireh de binçavkirina rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê şermezar kir û di daxuynaiyekê daxaz ji neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafê mirovî û rêxistinên cihaniyên rojnamevanan kir kul i ser girtina rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Tirkiyeyê ye ve bêdeng nemînin.
Rojnamevanên kurd li başûrê Kurdistanê di daxuyaniya xwe de dibêjin:
– Bêy hebûna belgeyên zîndî û qanûnî ku peywendî bi asayîşa netweî ve hebe, çend rojeke desthilatdarên Tirkiyeyê dest bi girtina rojnamevanên kurd kiriye. Heta nuha bi dehan rojnamevanên kurd girtine û çend saziyên mediyayê jî hatîn daxistine.
Rojnamevanên bajarê Koye li başûrê Kurdistanê di wê baweriyê dene ku girtina rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê li dijî prensîpên azadî û karê rojnamevanî û mediyayê ye:
– Ev karê hikûmeta Tirkiyeyê dike binpêkirina mafê rojnamevanaye û ev pêngava hikûmeta Tirkiyeyê li hember rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê, ji bo birîna dengê kurd pêngaveke xeter e.
– Em bi dijawrî vê kiryara Tirkiyeyê şermezar dikin û daxazê ji tevaya hevwelatiyên kurd dikin ku li hember vî karê nemirovaneyê hikûmeta Tirkiyeyê bêdeng nemînin û zixtê li Neteweyên Yekgirtî û rêxistinên mafê mirov û rojnamevana bikin da ku ew jê bi rêya zixtê bibin ser hikûmeta Tirkiyyeê û rojnamevanên kurd azad bikin.
Her li ser meseleya binçavkirina rojnamevanên kurd li bakûrê Kurdistanê, şewirmendê serokê hikûmeta herêma Kurdistanê yê karûbarên ragehandinê Zîrek Kemal, nerazîbûnên xwe diyar kir û got ku ev kar li Tirkiye bûye çandekî runiştî.
Zîrek, ji hemû kesan xwest ku li himberî vê neheqiyê rawestin û dengê xwe bilind bikin û wiha got: “ Her êrîşek li hemberî her rojnemevenekî/ê li kuderê dibe bila bibe em şermezar dikin û divê her rojnamevanekî/ê kurd li himberî van zordarî û êrişên li ser medya kurdî şermezar bike û lê xwedî derkevin.”