Hevpeyvîn
Hevpeyvîn : Fethullah Kirşan – Kordînatörê giştî yê TRT6-ê
©Rojevakurd – Enqere
– Fethullah Kirşan, Kî ye?
– Di sala 1967an de, li navçeya Kercewsa Batmanê hatime dinyayê. Min perwerdehiya seretayî û lîseyê, li vê derê qedandine. Ji bo perwerdehiya bilind çûme Ankarayê. Min beşa karê Tenduristiyê ya Zaningeha Hacetepeyê qedandiye û dûvre min li Eskişehirê Faqulteya Îqtîsadê ya Zaningeha Anadoluyê qedandiye. Ez 4-5 sala di sektora tenduristiyê de xebitîme. Piştî vê, gava min azmûna nûçegihaniya stajyer a TRTê qezenç kir, ji 1992an heta niha ez li TRTê dixebitim. Min dest bi karê xeberê bi nûçegihaniya stajyer a li daîreya xeberê kir û demek dirêj domand. Li daîreya xeberê min wazîfeyên wekî nûçegihanî, edîtor, alîkarê midur û piştre jî wek midur xebitîm. Di 14ê Cotmeha 2009an de, weke kordînatorê giştî ya TRT6-ê hatim wazîfedarkirin.
– TRT6 ji destpêka weşanê û heta niha, ji pêvajoyeke çawan derbas bu?
– TRT6, di Yekê Çileya Paşî ya 2009an de dest bi weşana xwe kir. Dema dest bi weşanê kir, em bi hin dijwariyan re rû bi rû man. Çimkî ev cara ewil bû ku qenaleke televizyona dewletê bi zimanê Kurdî dest bi weşanê kiribû. Di vê demê de tiştek di dest de nebû. Ji ber vê, me hin dijwarî dîtin. Em karin wan dijwariyan wiha bi rêz bikin:
Ya yekemîn, di destê TRTê de tu arşîv nebû. Me jî dest bi dûblajê kir, lê di mehên ewil de di vê mijarê de jî me hin dijwarî dît, çimkî ev cara ewil bû ku sektoreke wisa pêk dihat.
Pirsgirêka duyemîn jî, me di peydakirina mirovan de tengasî kişand. Lê em di demek kurt de, di van pirsgirêkan de bi ser ketin û di mijara dûblajê de jî sektoreke girîng derket holê. Ha wisa ev kar bi awayekî profesyonelî hate domandin. Me di hemû qadan de, gelek pirsgirêk li paş xwe hîştin. Pirsgirêkeke din jî, mijara zimên bû. Me bi du zaravayên Kurdî dest bi weşanê kir. Me zaravayên kurmancî û yê zazakî bi kar anî, lê bi piranî weşanên me bi kurmancî ne.
Li Tirkiyeyê gelek devokên cuda yên her du zaraveyan hene. Ji ber vê, me di ragihandina bi temaşavanan de, hin tengasî kişandin. Piştî ku demek bihurî, me di kurmancî de hedî hedî standartekê afirand û em tê de serfîraz bûn. Bi vî hawayî, hin pirsgirêk me di mijara zimên de ji holê rabûn.
– Nûha biserketin û bipêşketina TRT6ê çawa ye?
– Dema TRT6 nû dest bi weşanê kir, zimanê Kurdî di warên perwerdehî, çand, hûner û sînemayê de lewaz bû. Ji ber vê yekê, me di weşanê de hin tengasî kişandin. Lê em roj bi roj, em di van tengasiyan de bi sewr ketin. Di hîmê van tengasiyan de, ev karê me, yê cara ewil bû ku hate kirin. Herweha me di serê ewil de, li naveroka weşanan nedinihêrt û me ev kar bi baldarî nedidomand, çimkî me dixwest ku weşan neyê rawewstin. Lê piştî me gelek pirsgirêkên xwe ji holê rakirin, îcar me dest bi naveroka weşanê kir. Me projeyên watedar xisrin weşanê û qalîteyê baş kir. Bi vê xebata me, temaşekirina li kanala TRT6ê jî zêde bû.
– Rutinga TRT6ê çiqas e?
– Rutinga TRT6ê li gor serfiraziyê her roj zêde dibe. Ev salek û nîv e ku em di nav sîstema rutinga hemû qenalên TRTê de ne. Li gor rutingên ku tên TRT6ê, ev kanal pir ji aliyê temaşevanan ve tê temaşekirin. Li herêma Başûrê Rojhilatî, TRT6 di nava hemû qenalên neteweyî yên TRTê de, rêza 13 û 14an digire. Bi rastî ez nizanim ku TRT6 di nava qenalên ku bi Kurdî weşanê dikin de çewan e. Niha TRT6 li tevahiya Tirkiyeyê, di rêza 20î de ye. Lê her roja ku derbas dibe, temaşekirina li weşana TRT6ê, zêdetir dibe û ev yek jî wek rutingê vedigere ser me. Ha wisa her demeke ku derbas dibe, TRT6 jî zêdetir tê temaşekirin û naveroka wê jî çêtirtir tê fêmkirin.
– Di TRT6ê de, bernameyên herî ku zêde lê tên temaşekirin, kîjan in?
– Di TRT6ê de, ne bermeyek, gelek bername ji aliyê gel ve têne temaşekirin; bernameyên mûzîk û kêfê, yên fitbolê û yên xeberan eleqeyek mezin dibînin. Ji bilî van, bernameya “Cîran Cîran”ê, ya weke Sîtkomê ku ev cara ewil e bernameyek wiha bi Kurdî tê weşandin, pir lê tê temaşekirin. Gelê me eleqeyek mezin nîşanê bernameyên Çand û Hunerê jî dide. Bi tevahî eleqeya li ser TRT6ê her roj zêdetir dibe. TRT6 wekî qenaleke malbatî ye, lewre zêde tê temaşekirin. Ji zarokan heta mezinan, hemû endamên malbatê, li TRT6ê temaşe dikin, ji ber ku ew xwe tê de dibînin. Em jî dixwazin ev eleqe zêdetir bibe û çi ji destê me dikin.
– Di weşana TRT6ê de rewşa bikarnîna zimanê Kurdî çawan e?
– Dema me dest bi vî karî kir, me di mijara zimên de pir tengasî kişand. Me di herdu zaravayên ku me di weşanê de bi kar anî de jî, tengasî dît. Xasma di mijara kurmancî de, hêjî pirsgirêkên me hene. Lê bi rêjeyeke mezin me tengasiyên vê mijarê ji holê rakirine û me ew gelek bi pêş ve biriye. Ji sala par ve hemû personelên me, qursa kurmancî dibînin. Di qursan de gramera kurmancî û peyvên girîng têne dîtin. Bi xêra van qursan, kurmancî di weşanê de baştir tê fêmkirin û rind tê bikaranîn. Armanca TRTê jî ev e ku zimanekî rast bê bikaranîn. Bi vî avayî em armanca TRTê jî tînin cih. Bi vê xebatê, her ku diçe em cudatîya di nava devokan de jî, ji holê radikin û haziriya zimanekî standart dikin ku derkeve holê da hemû gelên me jê fêm bikin.
– Mîsyona TRT6ê çiye?
– Em karin mîsyona TRT6ê wiha eşkere bikin. Li vî welatî 80-90 sal berê jî Kurd hebûn û zimanê xwe bi tenê li malên xwe bi kar dianîn. Niha bi derfeta dewletê qenalek vebûye û weşana xwe bi zimanê Kurdî dike. Bi alîkariya van weşanan, em zimanê Kurda nîşanî wan didin. Mîsyona TRT6ê ya herî girîng ev e ku alîkariyê bide projeya biratî û pêşvekirina demokratîk a ji aliyê vê hikumetê ve ku hatiyê dest pê kirin. Em karin bejin ku ev, dê alîkarî bide çanda gelê vî welatî. TRT6 bi taybetî platforma biratî, yekîtî û demokratîkbûyîna Tirkiyeyê ye. Her roja ku derbas dibe, TRT6 dixwaze vê mîsyonê bîne cîh.
– Tu, wekî berpirsê TRT6ê, ji Kurdan re dixwazî çi bejî?
– Temaşevanên TRT6ê ji me his dikin, em jî ji wan his dikin. Em tu carî daxwaza wan, bê bersiv nahêlin. Her demeke ku derbas dibe, em bi bernameyên baştir derkevin pêşberê wan. Di van demên nêzîk de, hin projeyên me yên rêzefilman hene. Emê çand û kevneşopiyên Kurdan di van rêzefîlman de bînin ser ekranê. Temaşevan di van filman de wê jiyana xwe bibînin û dîroka xwe nas bikin. Emê efsaneya Mem û Zînê jî ji bo temaşevanên xwe bikin rêzefîlm. Bi van rêzefîlman em weke TRT6ê dixwazin qelbê temaşevanên xwe qezenç bikin û bila tu carî dev ji me bernedin û temaşe li weşana me bikin.
– Ji bo pêşvebirina weşana zimanê Kurdî, daxwaza we ji rewşenbîr, siyasetmedar û bi taybetî ji Medya ya Kurdî çîye ?
– TRT6, bi xeter û xêrên xwe dixebite ku mîsyoneke girîng bîne cîh. Li Tirkiyeyê ev tiştekî ewil bû pêk hatiye. Him dijwarî û him jî xweşikbûnên vê pêvajoyê hene. Beriya niha kurmancî nebûye zimanê perwerdehî, çand û hûnerê. Em niha 24 saet bi vî zimanî weşanê dikin. Em tiştekî tenê ji rewşenbîr, siyasetmedar û nivîskaran dixwazin ku piştgirî bidin TRT6ê. Tiştên ku em dikin, ew karin rexne jî bikin, em ji rexneyan jî naqeherin. Ji bo bipêşveçûn û ragihandina bi temaşevanan re ya TRT6ê, em li benda piştgiriya wan in. Ger ku piştgiriyê bidin me, karê me bi lez û bez berdewam bibe û emê pir kêfxweş jî bibin. Ger ragihandina me ya bi hev re baş bibe, wê karên xweş derkevin holê.
©Rojevakurd – Enqere