Cîhan

Li Idlibê bi hevre êrîşê rejimê kirin

Li Suriye nawenda Rusya ya ku aliyan li hevbîne  daxûyaniyekî de ragihand ku. Bi sedan çekdaran li Idlibê êrîşê hêzên rejimê kirine û di encam de 12 efserên rejimê birîndar bûne. Serokê nawendê Yuriy Borenkov dibêjê ku, çekdarên Heyet Tehrîr El Şam, Hurras Ed Dîn û çekdarên Artêşa Azad bi hevre êrîş pêkanîne.

Li gora daxûyaniya serokê nawendê; Êrîş bi çekên giran  hatiye kirin û hewldidan  deverek stratejîk ku di destê hêzên rejimê de ye wergirin. Lê hêzên rejimê karîn vê êrîşê têkbibin. Di encam de 12 efserên rejimê birîndar bûn.

Tê zanîn ku Tirkiye jî li herêma Idlibê wek welatek garantor e. Di vê derbarê de hevpeymaniyek di navbera Rusya û Tirkiye de heye.  Ji berî ku heyetek a Tirkiye serdana Rusya bike, ev êrîş gelekî balkêşe.

Herweha tê zanin ku hêza Tehrir El Şam wek hêzek terrorist tê naskirin û ev yek Tirkiye jî têxe tengasiyekî de

Back to top button