Kurdên Ewropa pişgiriya xwepêşandanên li rojhilatê Kurdistanê dikin
Kurdên li Ewropa xwe amade dikin bi xwepêşandanên mezin piştevaniya gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê bikin.
Xwepêşandan û berxwedana gelê kurd li Rojhilatê Kurdistanê her wiha gelên Îranê li dijî rêjîma îslamî ya Îranê, ku ev çend roj in dest pê kiriye, didome. Heta niha gelek kuştî û birîndar hene û gelek kes jî hatine girtin.Li gora daxûyaniya berpirsên partiyên siyasî yên kurd heta niha li Kurdistana Rojhilat 32 kes hatine şehid kirin. li Îranê jî18 kesê jiyana xwe ji dest daye.
Kurdên ku li Ewropa dijîn, xwe amade dikin roja 20.11.2019ê hinek xwepêşandana ji bo pişgiriya xwepêşanderên Kurdistana Rojhilat li dar bêxin. Li Britanya London û Swed jî li bajarê Gotenborg li ber avahiyên Konsolsxaneyên Îranê xwepêşandan têne kirin.
Organîzatorên wan çalakiyan bi belavkirina belavokan daxwaz ji kurdan û dostên kurdan kirine roja çarşemê li wan bajaran kom bibin.