HDP di parlementoyê de çi dike
Çar şeredarên HDPê, ji karên wan hatin dûrxistin û dewsa wan de qayum hatin tayîn kirin.
Bi biryara wezereta navxwe şeredara Yenişehir a Diyarbekirê Belgin Diken û şeredarê Hezroyê Ahmet Çevik ji kar hatin dûrxistin û dewsa wan de qeymeqamên navçeyan wek qayum hatin tayîn kirin.
Herweha li Hezex a Şirnex û bajarokek ku girêdayê Dersimê ye jî şeredar ji kar hatin dûrxistin.
Sedema dûrxistina her çar şeradaran jî kifşe. Di derbarê wan de doz heye ku ew endamê PKKê ne.
Hercara şeredarek ê HDPê ji kar têne dûrxistin , li dijê helwesta wezereta navxwe hinek daxûyani têne dayîn û behsa demokrasiyê tê kirin. Lê hêdî li Tirkiye û bakurê Kurdistanê ev gotin hemû li ber bayê diçin û tu bihayek ê van gotinan nemaye.
HDP dikare helwestek baş deynê holê û li gora wê jî xebata xwe ya demokratîk li himber van rûdanan berdewam bike.
Ji berî her tiştekî divê HDP siyaseta xwe Tirkiyebûnê rake û xwe wek partiyek Kurd bide nasandin û vê yekê ji bo Raya Giştî deklere bike. HDP siyasetak kurdewarî rêve bibe û rexneyek zatî li siyaseta xwe ya derbasbûyî bike.
Ji aliyek din madem kî hemû şeredarên ku bi hilbijartin hatine û ji kar têne dûrxistin, bila hemû şeredarên HDPê ji dev kar berdin . Tu fonksiyona parlementerên HDPê di parlementoya Tirkiye de nemaye. Ji bo gava Kurdistanî û protestokirina helwesta li himber şeredariyan jî bila hemû parlementerên HDPê ji dev parlementoyê berdin bikevin nava milet û behsa rastiya xwe bikin.
Eger HDP vê yekê neke dê siyaseta xwe ya klasik a girêdayê Qendilê de , nikaribe li himber van bûyeran dengê xwe derêxe û li çarenûsa xwe razî be.
Vegera nav milet ji berjewendiyên kesayetî baştire.