Nûnertiya Kurda pêkanina destûra Suriye de çeweye?
Nûnertiya Kurdên Rojavayê Kurdistanê di pêkanîna destûra suriye de çeweye û dê kurd bikaribin heta çi radeyê mafên xwe di destûrê de cih bikin , gelo muxalefeta Suriye dê bikaribe daxwazên kurda di destûrê de pipejirînin?
Di vê derbarê de gelek pirs hene ku bê bersivin. Rojavayê Kurdistanê di bin bandora PYDê de ye. Bi navê HSDê pişgiriyek mezin ji Amerikayê distînin, ji aliyek din ENKS li ser erdê li rojavayê Kurdistanê ne xwedî bandor e, û tu desthilatdariya ENKSê li rojavayê Kurdistanê tuneye.
Bê guman bê bandoriya ENKSÊ li ser erdê ji aliyekî ve encama siyasetek ne di rêde ye ku mercên Suriye û Kurdistana Rojava re naguncin, ji aliyek din ve helwesta PKK/PYDê ya çewt li himber hêz û aliyên din e.
Di pêkanîna destûra Suriye de nûnerên HSDê tuneye û nûnerên ENKSÊ di nava Opozisyona Suriye de hene. ENKSê bi du kesan tê temsil kirin. Lê ji berî ku bigihe vê merheleyê hinek bûyer çêbûn û li rewşa nûnertiya ENKSê de hinek guhertin peyda bûn.
Tirkiye vekirî nûnerê ENKSÊ û endamê Komiteya pêwendiyên derve yê ENKSÎ Hewas Egid di komiteya ENKSÊ de nexwest û li himber Hewas Egid helwestek tund nîşanda. Rêya Tirkiye li ser Hewas girtin û malbata Hewas ji Tirkiye derêxistin û vekirî ji ENKSÊ xwestin ku Hewas Egid di Komiteya desturê de nemine û nûnertiya Kurda neke.
Bê guman ev babetek gelek taybete û di pêşerojê de, dê bête gotubêj kirin û herweha rastiya vê operasyona Tirkiye bê dîtin. Niha cihê Hewas Egid de Hekim Bişar nûnertiyê di pêkanina destûrê de dike. Gelê pêvajoya ku derxistina Egid di nûnertiya destûrê de û anina Hekim Bişar cihê wî de, çiye û çewe çêbûye? Ev yek dê her babetek yê gotubêjê be. Ji bo çi Tirkiye Hewas Egid nexwest û Hekim Bişar xwest?
Li gora daxûyaniya hinek berpirsên opozisyona Suriye gelek zehmete ku ew daxwaziyên Kurda qebûl bikin. Lê li vê derê naveroka daxwaziyên nûnertiya ENKSê jî gelekî girînge.
Amerika û hevpeyman li rojavayê Kurdistanê pişgiriyek leşkerî mezin didin HSDê. Pêwendiyên Amerika yê siyasî li gel ENKSê bi hêzin. Lê Amerika nikare navbera van herdu aliyan bibîne û wan ber bi peymanekî ve bibe. Xalek gelek girîng heye ku, li Suriye heta ku kurd siyaseta xwe ya heyî bi rêve bibin gelek zehmete ku bigihin hinek daxwaziyên xwe û mefên Kurda li rojavayê Kurdistanê bêne destxistin.
Heta siyaseta PKK/PYDê ev be û PKK xwedî bandor be, tu pêşeroja kurdan li Suriye çênabe. Yekem rê ewe ku, PYD xwe ji PKKê dûr bîxe û li gel ENKSê hevkariyê bikin, hêzên leşkerî yên herdu aliyan li ser axê bi hevre tevbigerin, dê hingê rewşa Kurda bê guhertin û ihtimala federasyonekî ji bo Kurdistana Rojava derdikeve holê.
Li Suriye hêzên wek Amerika, Rusya, Îran û Tirkiye rolek sereke dileyzin. Tu desthilatdariya muxalefata Suriye jî nemaye. Ji xwe di derbarê pirsa Kurd de helwesta muxalefeta Suriye ne erêniye. Ji bo vê jî dixweyê tiştek, tu encamek erênî li civînên komiteya pêkanina destûra Suriyê de dernakevin.
3.10.2019
Nûçe/Analîz