Nivîsar

PKK: Ocalan, Qendil û HDP

Li ser daxwaziya Abdullah Ocalan gerevên birçîbûnê dawî bû. 2ê Gulanê û 22 ê Gulanê parêzerên Ocalan du cara çûn Îmralî û li gel Ocalan civiyan.Ocalan hinek peyam bi rêya parêzerên xwe ragihandin.

Tê zanîn ku heta hinek dezgehên dewletê peyamên Ocalan nenirxîne û erê neke peyam nayên ragihandin. Yanî bi awayek din hemû peyamên ku têne eşkere kirin li gora daxwazî pejirandina dewletê ye.

Peyama Ocalan di derbarê rewşa Suriye de, balkêş bû.

Ocalan dibêje , eger dewlet imkana bidê wî, ewe pirsa Suriye bikaribe bi awayekî çareser bike. Herweha Ocalan dibêje di çerçova parastina yekitiya axa Suriye de, dê mafê herkesekî bikeve di bin garantiya destûrê de.

Yanî vekirî eger Tirkiye rê bide Oclan dê li Suriye Ocalan wek ku Tirkiye dixwaze rolekî bileyze. Ji xwe PYDê bersiva peyama Ocalan da û pişgiriya vê peyamê kir. Lê di vê derbarê de aliyên din yên siyasî heja li ser van gotinên Ocalan tu daxûyanî nedane û helwesta xwe zelal nekirine.

Peyama Ocalan ya duyem jî daxwaziya dawî anîna grevên birçîbûnê bû. Piştî peyama Ocalan hatî ragihandin çend demjimêrî grevên birçîbûne xilas bûn.

Gelek berpirs û parlementerên HDPê dibêjin ku tu pêwendiya hevdîtinên li gel Ocalan hatin kirin û bêne kirin, bi hilbijartinên Stanbulê re tuneye.

Tu bihayê axavtin û daxûyaniyên parlementerên HDPê tuneye. Ji ber ku ew ne cihê biryarêne û tişta ku ji ware wek fermanekî bê gotin ew wê dikin. Ne hevceye ku hinek parlementerên HDPê kesayetekî bidin xwe û daxûyaniya bidin. Ji ber ku ne xwedîyê îradeya xwe ne. Ji xwe hemûya gotiye ku “ Îrada me Ocalan e“ û ev yek deklere kirine. Ji bo wê ya ji wan re baş bila bêdeng bin û guh bidin ka gelo Ocalan çi dibêje .

Pêwendiya rakirina qedexeya li ser Ocalan bi hilbijartina Stanbulê re heye. Dê rojên li pêşiya me de, ev yek zelal bibe. AKP vekirî vê yekê dike ku, HDP li Stanbulê dengên xwe nedin berbijêrê CHPê. Eger li Stanbulê HDP pişgiriya Ekrem Îmamoglu neke ew sernakeve.

Ji ber ku AKPê û Erdogan bi awayekî berdewamiya desthilata xwe bi serkeftina hilbijartina Stanbulê ve girêdane.

AKP ji bo li Stanbulê serbikeve , dê her tiştekî bike û qertên di destê xwe de kar bîne.

Gelek aligirên PKKê dibêjin ku, Ocalan jî bêje, vê carê HDP û bingeha HDPê guh nade kesekî dê dengên xwe wek 31ê Adarê bi kar bînin.

Bila kesek xwe nexapîne. Îrada PKKê li Qendil û li Îmraliye. Dixweyê ku dê pêvajoyek nû di siyaseta PKKê de destpê bike. Gelo dê HDP û bingehê PKKê guh bidin Qendil yan Îmralî. Ji hir pêde du nawendên biryara PKKê çêdibin.

Demirtaş di hevpeyvînek ya xwe de dibêje, eger dewlet imkanê bide Ocalan , dê ew gelek tiştên baş bike. Lê behsa xwe nake , gelo piştî Ocalan derkeve pîyasa siyasî dê mesîrê Demirtaş çibe.

Gelek vekirî, AKPê li ser Ocalan dileyze û muxalefeta AKPê, CHP û çepên Tirkan jî li ser Demirtaş dileyzin.

Gelek pirs hene ku bersiva wan nayê dayîn. Lê di 30 Gulanê Tayib Erdogan li parlementoya Tirkiye de axavtinekî dike. Niha çavê herkesekî li vê axavtinêye. Dê Erdogan behsa hinek reforma bike. Hingê helwesta HDPê jî diyar dibe. Yanî dê helwesta xwe di derbarê hilbijarina Stanbulê de cardin bêjin. Ka wê wek ku gotin, dê 31 Adarê de çi kirîn cardin wê bikin, yan jî li ser daxwaziya Ocalan helwestek nû diyar bikin.

Bi zimanek din dê HDPê li ser helwesta xwe bi biryarbe, yan jî dê Tifa xwe bialîse.

27.5.2019

Nûçe/Analiz

Back to top button