Nivîsar

Amerika li gel Îranê ber bi şerekî ve diçe?

Di vê derbarê pirsgirêka Îranê de du dîtin hene. Yek ji wan ewe ku serokê Amerikayê Donald Trump jî di nav de, bawer nakin ku, Îran di rêyek ya aşitîyê de ye. Li gora vê dîtinê Îran xwe amade dike ku êrîşekî bibe li ser hêzên Amerîkî. Bi vê yekê plana mudaxeleyek leşkerî cardin dikeve rojevê.

Peyama Washington ji bo Tehranê gelekî zelal e. Eger li herêmê ji aliyê Îranê yan jî ji aliyê taşeronên Îranê ve hêzên Amerîkî bi awayekî bibin armanca êrîşekî, dê bersivak leşkerî gelek tund bête dayîn.

Dîtina duyem jî ewe ku, Îran ji bo krîza navxwe Washington tawanbar dike, û dîtina ku Amerika hewldide rejimê li Îranê biguherê diparêze.

Lê tê zanin ku li Washinton hinek kesên di nava opozisyona Trump de jî, dîtina şer ya aliyê Amerikî diparêzin.

Li gor aliyê dîtina duyem diparêze, dibêjin ku; rawêşkarê Ewlehiya Netewî yê Amerika John Bolton û wezîrê derve Mike Pompeo didin xûyakirin ku eger guvaşên herî hişk li ser Îranê tu encamekî nede, divê bijara midaxeleya leşkerî jî li ser maseyê be. Her li gora vê stratejî hatiye kifşkirin.

Li gora rastiya derdikeve holê, piştî Trump bûyî serokê Amerîka , imkana ku şerek di navbera Amerîka û Îranê de derkeve jî bûye beşek ji rastiyê.

Rojhilata Navîn cardin bû heremek ku nakokiyên leşkerî di rojevê de germ dibin.

Piştî Amerika xwe ji peymana Atomî ya sala 2015ê hatî îmzekirin da aliyekî û ambargoyek tund danî ser Îranê, rewş her roj aloz tir dibe û imkana şer derdikeve holê.

Tehran da xûyakirin ku, eger ambargo berdewam be , dê guh nedin peymana Atomî.

Eger Îran vegere helwesta xwe ya ji berî sala 2015ê, dê ev yek bibe sedemek ku Amerîka bêhtir guvaşê deyne ser Îranê. Ji aliyek din ve Trump li dije ku Artêşa Amerika rêke derveyê welat. Lê eger li himber hêzên wan ji derve êrîşek bê kirin dê bersiva vê bide.

Hevpeymanên Amerika li herêmê dewletên wek Siudî erebistanê û Îsrail, pişgiriya siyaseta Amerika yê dikin, lê welatên Ewropî ji vê yekê ne memnunin û di nava metirsîyekî de ne. Welatên wek Ispanya, Almanya û Holanda çalakiyên xwe yên leşkerî li herêmê dan sekinandin.

Tê zanîn ku, bandora midaxeleya Amerîka ya Iraqê di sala 2003ê hêja li Amerikayê dixweyê. Rewşa Îranê jî ne wek ya Iraq a di dema Sedam de ye.

Vekirî dixweyê ku tu niyeta Amerikayê tuneye ku, Îranê dagir bike, lê dê bi awayekî êrîşaên ji behrê û ezmana Îranê bike weke cehenemê.

Ji aliyek din ve gelo di vê qonaxa ku rekabetek mezin di navbera Amerika, Çîn û Rusyayê de heyî, rewşa Îranê ji bo Amerika dibê ku serê stratejiya wan de be?

Wek din gelek pisporên Amerîkî, Îranê wek tehdîtek mezin nabînin û didin xûyakirin ku gerek Amerika Îranê di çavê xwe de mezin neke.

Gelek pisporên Amerika li herêmê dibêjin, ne pêwiste ku Amerika Îranê wek tehdîtekî bibînê û şerê wan bike.

Jonathan Marcus

(Peyamnêrê Ewlehî û Dîplomasîyê /BBC News)

Werger/Rojevakurd

Back to top button