Polîtîk

Encama hilbijartina li Kurdistanê tiştekî naguherê

Sibehî hilbijartinên herêmî çêdibin. Ji bo kurda tiştek nayê guhertin. Ji bo Tirkiye , eger AKP Stanbulê û Enqere winda bike, dê bandorekî li siyaseta AKPê û Erdogan bike.

Ji aliyê kurdan ve û le herêmên Kurdistanê tu guhertinek bingehîn çênabe, dê cardin HDP cihên ku berê di destê wan de bigre, mimkine cihek diduyan jî ji dest bide. Lê HDPê li Kurdistanê dengê xwe kêm dike û AKP li gora HDPê li Kurdistanê dengê xwe zêde dike.

Ev yek jî tu bandorekî li siyaseta deverê nake. Li Kurdistanê dii van hilbijartina de du xalên girîng hene.

Yek ji wan HDPê kaşo li gel hinek partiyên kurd hevkariyek pêkaniye. Lê di rastiya xwe de ev ne hevkariyek siyasiye. HDPê tenê nevceyek û çen endamên meclisa bajarvaniya daye hinek aliyên kurd û ew kirine di bin sêwana xwe de. Vê yekê jî eşkere kir ku, berjewendiyên kesayetî li ser yên netewî re têne girtin. Yanî siyaseta wan aliyên xwe kirîn di bin sîwana HDPê de îflasek li gel xwe aniye.

Ji aliyek din cara yekeme ku di hilbijartinên herêmî de ji derê HDPê du partiyên kurd Tifaqa Welatperwer û Demokrat ava kirine û bi berbijêrên serbixwe li hinek deveran tevlî hilbijartinê dibin. Li van deveran dengê ku berbijêrên serbixwe bigrin gelekî girîng e. Ev yek dikare bibe destpêka pêvojek nû di hilbijartinên pêşerojê de.

Back to top button