Bi navê Kurdistanî sîyaseta Tirkiyeperest meşrû dikin

Pakurdê di derbarê hilbijartinan de daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.
DAXÛYANI:
Bo Kurdistaniyên Ezîz,
Dîwana Serhenge ya PAKURDê û nûnerên Dîwana Fereh di 12-17 Adara 2019an da bi rojeva Hilbijartinên Herêmî yên Tirkîyê li hev civîyan. Li jêr, encamên nîqaşên vê civînê hatine aşkere kirin.
1. Partîya me, piştî ji hevdîtinên tiffaqa hilbijartina 24ê Hezîran a 2018an ti encam derneket bang li partîyên sîyasî yên kurd kiribû û di wê bangê da gotibû ku divê bo hilbijartinên herêmî xebateke hevpar were kirin û her wiha “Tiffaqeke Kurdistanî” were avakirin. Lê belê ji ber serokên dixwazin bibin parlamenter û partiyên ku dixwazin bikevin nav listeya HDPê çi zemîna tiffaqê pêk nehat.
2. Tê zanîn ku nêzîkî 20 salan îdareya herêmî ya bajarên Kurdistanê di destê HDPê û xeta wê ya sîyasî dabû. Mixabin ku wan di serdem û rêveberîyê wan a bajaran da em nikanin behsa xebatên layiqî milletê xwe bikin. Ligel vê yekê jî di demên dawî di meseleya xendakan da rê ji dagirkerîya dewleta Tirkîyê ra xweş kirin ku bajarên kurdan bihêne wêran kirin, bi hezaran ciwanên kurd werin kuştin, bi milyonan kurd ji cih û warên xwe derkevin, aborîya bajarên kurdan têk biçe û Dewleta Tirka dest deyne ser îradeya Kurdistanîyan û qeyyuman tayîn bike. Îro jî ew feraseta bêyom ji ser dijberîya HDP-AKPê daxwaza deng û rayên milletê me dike. Lê dîsa mixabin ku bêyî mehcûbihet û lêborînê, weke ku çi tişt nebûye tevdigere. Ew partîyên Kurdistanî yên di hilbijartinên giştî da bi lîstika tiffaqê tûşî şikestinê bûne û niha dane dû HDPê jî şîrîkê vî karî ne. Van partiyan bi navê Kurdistanî sîyaseta Tirkiyeperest meşrû dikin. Em vê qebûl nakin.
3. Hin partîyên Kurda namzedên serbixwe derxistine û hewl dane ku bibin alternatif. Em vê hewlê erênî dibînin. Lêbelê ev hewl jî berfireh nebûye û hemû civak û alîyên sîyasî li dor nihêrîneka netewî negihiştîne hevdû û weke xebatên siyasî ên fraksîyonekê mane. Ji ber wê yekê di nezera me da ev hewl ji bo temsîla kurdan bê wate maye. Herwiha pêknehatina tiffaqeka niştimanî li ser namzedên serbixwe jî ne hatiye avakirin û va ji bom e cihê xemgînîyê ye.
4. Serokê AKPê Recep Tayîp Erdogan û şîrîkê wî Serokê MHPê Devlet Bahçelî dibêjin ku “Heger pêwîst bû em ê dîsa qeyyûman tayîn bikin”. Ew aşkere dibêjin ku ewê îradeya Kurdistanîyan nas nekin. Demeke dirêje li Tirkîyê demokrasîyê derbeyeke mezin xwarîyê û mafên mirovan dihêne binpêkirin. Ev yek nişaneya wê yekêye ku ti meşrûîyeta hilbijartinan û sindoqan li Tirkîyê nemaye. Bi siyaseta Tirkiyeperest û bêyî hebûna îttîfaqeke kurdî beşdarbûna hilbijartinê, têkçûyina sîyaseta kurdan aşkere dike. Em vê yekê bi qebûl nakin.
Em ê di vê hilbijartinê da piştevanîya ti alîyekî siyasî nekin û bang li gelê xwe yê li ser doza Kurdistanê dikin ku weke helwêsteke sîyasî neçin ser sindoqan û beşdarî hilbijardinê nebin. 23-03-2019
Sidar Halman
Berdevkê Partîyê
Li ser navê Dîwana Serhenge ya PAKURDê

